KJB: Pakêta AKP'ê mirî çê bû
KJB: Pakêta AKP'ê mirî çê bû
KJB: Pakêta AKP'ê mirî çê bû
Koma Jinên Bilind (KJB) da xuyakirin ku Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan pakêteke derveyî çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyê aşkera kir û got, "Pakêt bi yek gotinê; mirî çê bûye."
Koordînasyona KJB'ê piştî aşkerabûna pakêta "demokratîkbûyînê" ya Erdogan daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Pakêta AKP'ê ya xwedî naveroka çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyê nîne, bi yek gotinê, mirî çê bûye. Pakêta ku ne bi demokrasiyê bi demogojiyê hatiye dagirtin, li pêşberî pirsgirêkên civakî û siyasî yên li benda çareseriyê ne, gelekî lênehatî xuya dike."
KURD LI WELATÊ XWE WEKE PENABER HAT DÎTIN
Di dewama daxuyaniya KJB'ê de ev xal hat destnîşankirin: "Azadî û mafên bingehîn ên ti carî nabe mijara bazariyan û li dijî hemû êrîş, derbe, zext, komkujî û îşkenceya faşîzan bi têkoşîna gelê Kurd, jinan û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyê hatine qezençkirin, perçe bi perçe pêşkêşî gel tê kirin. Ev yek bêhurmetî û heqareteke mezin li civakê ye.
Bi îbareyên di pakêtê de hatin bikaranîn re gelê Kurd li welatê xwe weke penaberan hatiye dîtin. Di pakêtê de bêyî behsa pirsgirêka Kurd bê kirin bi hunerweriyeke mezin perwerdeya bi zimanê dayikê radestî dibistanên taybet tê kirin, guhertina navên wargehan jî bi destûra Wezareta Karên Hundur ve girê dide û ji guhertina Qanûna li dijî Terorê û pêşîvekirina li azadiya ramanê re ti cih nayê dayîn. Ev pakêt ne çareserî, lê siyaseta înkar û tinekirinê ya AKP'ê nîşan dide.
AKP CIVAKÊ WEKE MILKÊ XWE DIBÎNE
Bi gotina,'ev maf, ewqas in' gelê Tirk, Elewiyan, hemû nasname, derdor û beşên cuda yên civakê li ser welatê xwe weke kirêker dibîne, civakê weke milkê AKP'ê dibîne û feraseta xwe ya ku dikare li ser her kes, her tiştî hikumdar be, bi bêperwa nîşan daye. Bi gotineke din; dema efendî koleyê xwe azad dike bi şert ve girê dide.
Di partiyên siyasî de pêşîvekirina li Hevserokatiyê û azadiya sernixumandinê bi tena serê xwe maf û azadiyên mezin ji pirsgirêka jinê re nîne. Ji xwe asta azadiyê ya bi têkoşînê hatiye bidestxistin û Hevserokatî di meriyetê de ne. Lewma bexşkirina van mafan ji jinan re, di nava civakê de bersiva xwe nîne. Tundî, kuştin û bêkariya jinan, fûhûş, narkotîk û kasibkariya civakê dirizîne ku di bin çavdêrî û bi destê dewletê tên kirin, herî zêde di dema deshilatdariya AKP'ê de zêde bûn. Derket holê ku bi nedîtina qirkirina jin û civakê re, ti pêşketin dernakeve holê.
PAKÊTA LÊNEHATÎ, NE JI BO CIVAKÊ JI BO XURTKIRINA AKP'Ê YE
Ev pakêta lênehatî, bi temamî ji bo hilbijartinên herêmî yên Adara 2014'an bi armanca mijûlkirin û qezençkirina demê hatiye amadekirin. Di şûna xurtkirina civakê de pakêt ji bo xurtkirina AKP'ê hatiye amadekirin. Bi tenê AKP û derdora wê ya berjewendiyan, ji vê pakêtê razî ne. Ev feraseta ku hemû hewldanên çareseriyê ji nedîtî ve tê, berjewendiyên desthilatdariya partî û şexsî di ser her tiştî re digire.
Tevî ku di ser pêvajoya çareseriya demokratîk a Rêber Apo di meha Adarê de îlan kir 6 meh derbas bûn jî hînê hikûmeta AKP'ê berpirsyariyeke xwe jî bicih neaniye. Lewma ji vê pakêta ku bi tena serê xwe amade kiriye jî, derketina tiştekî nedihat hêvîkirin. Bi vî rengî, guman û rexneyên tevgera me, gelê Kurd û hêzên demokrasiyê beriya aşkerabûnê li pakêtê kirin, mixabin piştrast bûn. Derket holê ku di mijara çareseriya pirsgirêkên civakî de, bi dervehiştina hemû dînamîkên civakê, Rêberê me, BDP û aliyên din ên civakê re, bi pakêtên ji mitfexa AKP'ê bi tena serê xwe derdikevin, çareseriyê nînin.
"PAKÊT BI RÊYA BALAFIRAN JI TEVGERA ME RE RAGIHANDIN"
Rêberê me projeya çareseriyê ya ji sê xalan pêşkêşî hikûmeta AKP'ê kiribû. Gelê Kurd jî li Amedê, hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyî jî li Enqerê bi awayekî vekirî li hev kom bû û bi konferansên çareseriya demokratîk re projeyên xwe aşkera kirin. Beramberî vê hikûmeta AKP'ê di asta yekemîn a pêvajoyê de jî ti gaveke pratîkî neavêt û pêvajo xist nuqeteyek xetimandinê. Deshilatdariya AKP'ê ya ku ev konferans ji nedîtî ve hat, mejî, dil û guhê xwe li gel girt û bi tenê li xwe guhdarî kir. Diyar e ku rapora heyeta mirovên aqilmend a bi pêvajoya çareseriyê re ava bû, referans negirtiye.
Pakêta ku bi mehan e di rojeva gelên Kurd û Tirk, hêzên herêmî û dewletên Ewropî de ye, bi rêya balafiran ji tevgera me re hatiye ragihandin. Di saetên ku Serokwezîr Erdogan pakêt aşkera dikir de, balafirên şer ên Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê firiyan. Vê yekê jî nîşan da ku di hundirê pakêtê de ne çareserî, bombe hene. Pakêta ku belgeya fermî ya têkçûna mejiyê AKP'ê ye, careke din pêwistiya mezinkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelên Kurd û Tirk raxist ber çavan. Ti bendewariya jin û gelên me ji demokrasiya bi mora AKP'ê nîne. Gelên me dê pêla şoreşê ya li Kurdistan û metropolên Tirkiyê bilind dibe, bi hêzên demokrasiyê yên li parka Gezî bikin yek, vîna rêxistinbûyî ya jin, ciwan û civaka sivîl di çalakiyan de mezin bidin û bi vî rengî bigihêjin rizgariya xwe ya rastîn. Dê aştiya xwe, çareseriya xwe ya demokratîk, avabûna civaka demokratîk û rejîma wê biafirînin. Di serî de jinên Kurdistan û Tirkiyeyî em bang li gelên xwe dikin ku bi eşqa azadiyê, têkoşînê hembêz bikin."