KJK: Divê gelê Bakur û Başûr rê nedin çeteyan
KJK: Divê gelê Bakur û Başûr rê nedin çeteyan
KJK: Divê gelê Bakur û Başûr rê nedin çeteyan
Koordînasyona KJK'ê destnîşan kir, ku li dijî êrîşên DAIŞ'ê divê berxwedan û parastina şoreşa Rojava ji her demê bêtir were xurtkirin. Koordînasyona KJK'ê diyar kir ku Kobanê Kaniya Kurdan e û anî ziman ku li dijî vê pêla êrîşan a dixwazin rehên Rojava qut bikin, pêwîste tevahiya rehên Kurdistanê seferber bibin. KJK'ê got, "Bi taybetî em bang li gelê me yê li Bakur û Başûrê Kurdistanê dikin ku bi rihê seferberî û yekîtiya neteweyî rê nedin çeteyan."
Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bi daxuyaniyeke nivîskî bibîr xist ku çeteyên DAIŞ'ê di 15'ê Îlonê de ji sê aliyan ve bi çekên giran dest bi pêla êrîşeke mezin a li hemberî Kantona Kobanê kirine.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev pêla sêyemîn a êrîşan li gorî êrîşên mehên Adar û Tîrmehê yên têk çûn mezintir e û hat gotin, "Ji ber vê yekê, divê li dijî van êrîşan berxwedan û parastina şoreşa Rojava ji her demê bêtir bê xurtkirin."
‘ÇETE BI XURTKIRINA HÊZA XWE YA TEKNÎKÎ DIXWAZE KOBANÊ TÊK BIBE’
Koordînasyona KJK'ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê yên di mehên biharê yên îsal de di serî de Kobanê li Rojava bi ser neketin, piştî Mûsil dagir kirin bi çekên DYA yên bi dest xistin re cara duyemîn berê xwe dan Kobanê û got, "Çeteyên ku rastî berxwedaneke dîrokî hatin û bi ser neketin, piştre hewl dan li Başûrê Kurdistanê qirkirinê bikin. Lê belê li Şengal û Mexmûrê careke din li hêzên me yên azadiyyê û hêzên parastina gel rast hatine û êrîşên wan pûç bûne. Çeteyên DAIŞ'ê yên çend roj berê di encama operasyona şoreşgerî ya hêzên YPG û YPJ'ê de li Cezaa têkçûneke giran jiyan, niha jî li Kobanê hewldanên xwe yên dawî dikin. Çete bi çekên Amerîkî yên li Iraqê û çekên Rûs ên li Sûriyeyê bi dest xistin ji sê aliyan ve dor li Kobanê girtin. Li aliyê bakur ve jî ji ser Tirkiyeyê alavên leşkerî digihêje çeteyan. Bi vî rengî, bi mezinkirina hêza xwe ya teknîkî re dixwaze Kobanê têk bibe."
‘LI KOBANÊ BERXWEDANEKE DÎROKÎ TÊ NÎŞANDAN’
Koordînasyona KJK'ê da zanîn ku êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê di heman demê de ji bo hemû hêzên siyasî yên li nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn cih digirin mîna kaxiza tûrnûsol e û ev xal destnîşan kir: "Bi heman rengî wê bibe eynika nêzîkatiya dewleta Tirk a li pêvajoya çareseriyê. Hêzên navneteweyî yên li hemberî DAIŞ'ê planên tevgerê dikin, nîqaşê li ser biçekkirina hikûmeta Başûrê Kurdistanê û avakirina koalîsyonek li hemberî çeteyan dimeşînin. Lê gelê me, ciwanên me, jinên me bi hêza xwe ya cewherî, bêyî destekekê ji deverê bigirin, li dijî êrîşên giran ên DAIŞ'ê berxwedaneke dîrokî nîşan didin.
Ji aliyê DAIŞ'ê ve jî Kobanê eniyeke diyarkirina qederê ye. Dixwaze li vir pêngavekê biavêje û belav bibe. Hewl dide rastiya şoreşa Rojava ya ku li pêşiya wê astengiya herî bingehîn e, bifetisîne. Ji ber ku hemû hewldanên di vî warî de têk çûn, vê carê hemû derfetên xwe seferber kir, bi tank, fuze û hawanan êrîşî dilê Rojava Kobanê kirin. Divê tevahiya raya giştî ya cîhanê vê rastiyê baş bibîne. Pêleke êrîşan a ku li Başûrê Kurdistanê û Iraqê nehatiye dîtin, li holê heye."
‘KOBANÊ REHÊ ROJAVA YE’
Koordînasyona KJK'ê da zanîn ku li Kobanê berxwedaneke bêhempa tê jiyîn û got, "Tevahiya gelê me li Kobanê, bi hêzên YPG û YPJ'ê re ketiye nava tevgerê û rê nade çeteyan. Ji bo ev çete careke din nikaribin bên ser hişê xwe, şert e berxwedana Kobanê bi awayekî topyekûn bê meşandin. Kobanê Kaniya Kurdan e. Li dijî vê pêla êrîşan a dixwazin rehên Rojava qut bikin, divê hemû rehên Kurdistanê seferber bibin. Pêwîste hemû rehên berxwedanê biherikin Kobanê. Ji bo vê jî divê dawî li rewşa piştevaniyê bê anîn û bibin hêmana aktîf a şoreşê û berxwedanê. Divê bê zanîn ku armancek vê êrîşê bêmirovhiştina Rojava ye. Li hemberî vê yekê divê Kurdistanî Kobanê mezin bikin, biherikin navenda berxwedanê û bi ti awayî rê nedin çeteyan."
Koordînasyona KJK'ê diyar kir ku li ser vê bingehê ew weke Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd di serî de jinên Kurd bang li tevahiya gelê Kurd dikin ku li dijî êrîşên çeteyan parastina cewherî bikin û bibin parçeyek ji berxwedanê. Koordînasyonê bang li jinên ciwan kir ku tevlî refên YPJ'ê bibin û got, "Kî li dijî rastiya DAIŞ'ê xwedî pozîsyonekê be, divê îro ne bi peyvê bi çalakiya xwe li cem Kobanê cih bigire." Koordînasyona KJK'ê bang li jin û raya giştî ya cîhanê jî kir ku piştevaniya berxwedana Kobanê bikin.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Em berxwedana bi lehengî ya li Kobanê silav dikin û bi taybetî bang li gelê xwe yê li Bakur û Başûrê Kurdistanê dikin ku bi seferberî û rihê yekîtiya neteweyî rê nedin çeteyan."