KMM'ê 'dîwarê şermê' şermezar kir
KMM'ê 'dîwarê şermê' şermezar kir
KMM'ê 'dîwarê şermê' şermezar kir
Komela Mafên Mirovan (KMM) a Rojavayê Kurdistanêbi daxuyaniyeke nivîskî, dîwarê şermê yê ku dewleta Tirk di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de lê dike, şermezar kir.
Komela Mafên Mirovan da xuyakirin ku biryara lêkirina 'dîwarê şermê' di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de biyareke dûrî exlaq û nirxên mirovahiyê. KMM'ê destnîşan kir ku armanca lêkirina vî dîwarê dûrî zagonên cîhanê, qutkirina miletê Kurd ê li Bakur û Rojavayê Kurdistanê ye.
Di dawiya daxwiyaniyê de Komela Mafên Mirovan a Rojavayê Kurdistanê bang li hemû sazî û dezgehên mafê mirovan ên cîhanî û herêmî hat kirin ku li hemberî vê yekê derkevin û bêdeng nemînin.