Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di derbarê daxuyaniyên Rojnameya Emrîkî Wall Strît Journal ya di derbarê komkujiya Roboskiyê de û rastiyên ku artêşa Tirk û AKP dixwaze binixumîne daxuyaniyek da. KNK’ê bang li Amerîka kir ku, balefirên şer yên bêpîlot nefiroşe Tirkiyeyê.
KNK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Çawa ku dewleta Tirkiyeyê û hevkarên wê dixwazin komkujiyên li dijî Kurdan pêk tên veşêrin jî, rastî eşkere dibe û bêhtirîn rûdêna reş ya dewleta Tirkiyê û desthilatdariya AKPê û piştgirên wê eşkere dibe.
Yek ji van bûyerên sucê mirovahiyê, komkujiya li Roboskî ye. Herî dawî Rojnameya Amerîka Wall Strît Journal eşkere kir ku komkujiya Roboskî, li ser îstîxbarata Amerîka pêk hatiye. Tirkiyê, serokkomar û serfermandariya artêşê Tirk û rayedarên AKPê jî di nav de, rastîyê înkar kirin û xwestin vê rastiyê biguherin.
Lê rastî eşkere bû û rojnameya Amerîrka WJS di ragihandina duyemîndegot; ‘2 raproên îstîxbaratî hatine dayîn û piştre komkujî pêk hatiye’. Êdî tu hêz nema dikarin komkujiya Robsokî û sucê ku Tirkiyê û AKP’ê kiriye veşêre. AKP rastûrast gunehkarê komkujiya Roboskiyê ye.
Piştgiriya Amerîka û hêzên global nebe, Tirkiye û desthilatdariya AKP’ê nikare kurdan siyasî û çandî qir bike, her wiha bi çekên kîmyewî jî nikare.
Baş tê zanîn ku, Amerîka hîna jî, balafirên bê mirov yên keşfê di ezmanê Kurdistanê de difirîne û agahiyên sîxurî radestî Tirkiyê dike. Dîsa, Amerîka dixwaze ku balafirên bê mirov yên bi sîlah bifiroşe Tirkiyê.
Amerîka bi firotina balafirên bê pîlot yên bi sîlah, di kumkujiya li dijî Kurdan de dîrekt dibê hevparê Tirkiyê û sucdarê mirovahiyê.
Em weke KNK û tevahiya gelê Kurd, bang li Emerîka dikin ku bila ji cîhanê re deklere bike ku ew balafirên şer yên bê pîlot êdî nafiroşe Tirkiyê.
Ti berjewendî û ti peymanên navbera dewletan, ti hevkariya stratejîk nikare komkujiya li dijî gelê Kurd mafdar bike û rewa bike. Dîrok jî, wijdanê raya giştî ya cîhanê jî wê vê hesabê bipirse.
Gelê Kurd ne dijminê Amerîka ye û dijminatiya Amerîka û berjewendiyên Amerîka jî ne kiriye. Amerîka jî nikare dijminatiya gelê Kurd bike û bibe hevkarê qirkirina gelê Kurd.”