KNK: Dem dema parastina Rojava ye
KNK: Dem dema parastina Rojava ye
KNK: Dem dema parastina Rojava ye
Konseya Rêveber a KNKê bi rojeva li ser bûyerên dawî yên li Kurdistanê û pêkînana ”Kongreya Neteweyî ya Kurd a Hewlêrê” bi rengekî awarte kom bû. Di civînê de, beramberî êrîş û guhertinên li herêmê, bal hat kişandin ser girîngiya yekitiya neteweyî ya Kurd.
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) der barê rewşa dawî ya li çar aliyên Kurdistanê de civîneke awarte lidar xist. Di daxuyaniya piştî civînê de bal hat kişandin ser pêvajoya çareseriyê ya li Bakurê Kurdistanê û hat destnîşankirin ku li gel hemû hewldan û fedekariya aliyê Kurd jî dewleta Tirk gavan neavêje û pêvajoyê lawaz dike.
'AKP BI AGIR DILEYZE'
Konseya Rêveber a KNK'ê di vê mijarê de got, "Hikûmeta AKP'ê hê jî gavên lazim naavêje, sozên dayî bicih neaniye û guhertinên qanûnî pêk neanîne. Ev siyaseta demxwarinê ya hikûmeta AKP'ê bi agir leyistine."
KNK'ê li hemberî hewldanên AKP'ê yên lawazkirina pêvajoyê bang li gelê Kurd kir ku ji aliyekî ve prosesa çareseriyê biparêze, lê li aliyê din jî têkoşîna xwe ya demokratîk sist neke, ji her demê xurtir û bilindtir bimeşîne. KNK'ê got, "Diyaloga çareseriyê nayê wê wateyê ku têkoşîn bê sistkirin. Ji berê bêtir, federkarî divê bê kirin û li qadan têkoşîn bê mezinkirin."
'DI HEMÛ ÇEPERAN DE DEM DEMA PARASTINA ROJAVA YE'
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku pirsa Rojavayê Kurdistanê di civînê de bi dorfirehî hatiye nirxandin û hat gotin: Dewleta Tirk li milekî ji bo çareserkirina pirsa Kurdistanê ya li nava xwe gavên pêdivî naavêje, li milê din jî komên paramîlîter yên kevneperest ên Islamîst bi her awayî organîze dike û rêdike Rojavaya Kurdistanê ku li dijî Kurdan şer bikin. Digel vê êrişa komple ya Tirkîyeyê ya di warê leşkerî, aborî û sivîl da, xelkê me pozisyona xwe ya parastin û berxwedanê bi insîyatîfeke mezin xurttir dike. Kurd û Kurdistanî ji bo parastina statuya Rojavayê xwedî berpirsiyarî ne û divê erkên xwe yên neteweyî û welatî bi cih bînin. Di hemû çeperan da dem demê parastina Rojavayê ye. Xelkê me li Rojavayê dixwazin jîyaneke demokratîk ava bikin ku Kurd û xelkên din ên Kurdistanê di nav aştî, aramî û xweşiyeke fireh de bijîn. Di kîjan Surîyeyê de be bila bibe, Kurd û Kurdistanî divê qedera xwe bi hev re tayîn bikin, welatê xwe biparêzin û li ser axa xwe jîyaneke demokratîk, sosyal, sekular û pir refah ava bikin. Di vê prosesê de hemû Kurd û Kurdistanî divê Rojavayê bi tenê nehêlin."
KNK'ê bang li rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî kir ku hemû der û pencereyên xwe heta dawiyê ji Rojav re veke da ku bêhn û oksîjeya jiyanê ji parçeyê welatê yê başûr werbigire.
KNK'ê her weha bang li gelê Kurd kir ku bi ti rengî welatê xwe neterikîne, çeperên parastina welatê xwe vala nehêle û axa xwe li dijî êrîşan biparêze.
'DIVÊ KONGREYA NETEWEYÎ BIBE PLATFORMA MEZINTIRÎN A KURDISTANÎ'
KNK her weha bang li hemû partî û rêxistinên Rojavayê kir ku di zûtirîn demê de dawî li belavbûna nava xwe de bînin, tifaqa xwe xurt bikin, li ser bingehê koalisyoneke demokratîk a neteweyî û welatî de mekanîzmayeke rêkûpêktir pêkbînin û bi seferberiya neteweyî û welatî têkoşîna parastina Kurdistanê bilind bikin.
Konseya Rêveber a KNK'ê bal kişand ser girîngiya yekitiya Kurdan û got, "Di demeke wisa ku agirê şer li Rojhilata Navîn tê gurkirin de wezîfeya Kurd û Kurdistaniyan yek e. Ew jî tifaqa xwe di maksîmûm dereceyê de pêkînane. Îro em dibînin ku xebat û têkoşîna KNKê ya di vî warî da berhem da û partî û organîzasyonên Kurdan dest dane hev ku Kongreya Neteweyî ya Kurd li Hewlêrê pêk bînin. Divê Kongreya Neteweyî bibe platforma herî mezin a Kurdistanî."