KNK'ê êrîşa li Hewlêrê bi tundî şermezar kir

KNK'ê êrîşa li Hewlêrê bi tundî şermezar kir

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) êrîşa roja Yekşemê ya li Hewlêrê bi tundî şermezar kir û û sersaxî xwest. KNK'ê bang li Kurdên li parçeyên din ên Kurdistanê û li dîasporayê kir ku destekê bidin Herêma Kurdistana Federal.

Konseya Rêveber a KNK'ê ku navenda wê li Brukselê ye, êrîşa ku di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, şermezar kir. KNK'ê got, "Armanc û niyeta van navendên dijminan diyar e" û ji hemû Kurd û Kurdistaniyan xwest li dijî vê êrîşê "bikeve alarmê" û "tedbîrên ewlekariyê" bistînin.

KNK'ê got, "Divê Kurdistana Federal di dema herî kurt de ji atmosfera hilbijartinê derkeve, hikûmeteke koalîsyonê ava bike û rêveberiya demokratîk a Kurdistanê nîşanî dost û dijminan bide."

KNK'ê diyar kir ku divê tifaqa navxweyî xurtir bibe û got, "Zirxa herî xurt a li dijî van êrîşan, tifaqa navxweyî ye."

KNK'ê got, "Divê Kurd û Kurdistaniyên li parçeyên din û dîasporayê li dijî vê bûyera neyînî piştgiriya xurt nîşanî Kurdistana Federal bide ku dost û dijmin bizanibe yekitiya Kurd û Kurdistanê bi van êrîşan nayê astengkirin."

KNK'ê êrîş bi tundî şermezar kir û bang li hemû Kurdistaniyan kir ku nerazîbûnê nîşan bidin û piştevahiyê bi Herêma Kurdistana Federal bikin.

KNK'ê herî dawî got, "Em wekî KNK sersaxîyê didine xelkê xwe yê Kurdistana Federal, parlementê, serokatiya herêmê, hukûmetê û binemal û kes û karên şehîdên Hewlêrê û ji bo birîndaran jî saxî, xêr û xweşiyê dixwazin. Bila serê xelkê me, yê binemal û kes û karên şehîdan sax be."