KNK'ê êrîşa rejîma Îranê ya li dijî Yarsanan protesto kir

KNK'ê êrîşa rejîma Îranê ya li dijî Yarsanan protesto kir

Konseya Rêveber a KNK'ê êrîşa rejîma Îranê ya li xwepêşandana Kurdên Yarsan û binçavkirina bi sedan kesan şermezar kir û bang li rêveberiya Îranê kir ku mafên olî û nasnameyî yên Kurdên Yarsan nas bike.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyeke nivîskî, destwerdana hêzên rejîma Îranê li xwepêşandana 20'ê Cotmehê ya Kurdên Yarsan a li Tehranê û binçavkirina bi sedan kesan a di vê xwepêşandanê şermezar kir.

KNK'ê da xuyakirin ku zilm û zora rejîma Îslamî ya Îranê ya li hemberî gelê Kurd û hemû gelên li Îranê bi bêperwa dewam dike û bibîr xist ku herî dawî di 20'ê cotmehê de li Tehranê li hemberî xelkê Kurd ê Yarsan êrîşek dijwar a polîsan hatiye kirin.

KNK'ê diyar kir ku Kurdên Yarsan ên bi giranî li Kirmanşan, Îlam, Xoresan, Qezwîn, Tehran û bajarên din dijîn, ji bilî Kurdbûyîna xwe ji aliyê bîr û baweriya xwe ya dînî ve jî rastî zilmê tê.

KNK'ê bibîr xist ku xwepêşandana Yarsanan a 20'ê Cotmehê li Tehranê ku bi armanca, "Di destûra bingehîn a Îranê de naskirina fermî ya baweriya Yarsan, dawîanîna li polîtîkayên dîskrîmasyonalîst a li hemberî Yarsanan û di nava sîstemê perwerdeya dewletê de bi rengekî fermî qebûlkirina mafê xwendin û nivîsandina bi Kurdî" rastî destwerdana tund a polîsan hatiye û di encamê de bi sedan kes hatine binçavkirin.

Di daxuyaniya KNK'ê de wiha hat gotin, "Pirtûka pîroz a xelkê Yarsan Serencam Kurdî ye û Yarsan îbadetê xwe bi zimanê xwe Kurdî dikin. Lê rejîma kevneperest û Şiîst a Iranê vî mafê xwezayî yê Yarsanan binpê dike. Xelkê Kurd ê Yarsan ji ber van daxwazên xwe yên demokratîk û rewa rastî êrîşeke mezin ya rejima Iranê têt û ev operasyonên dijî Yarsanan bi berfirehî têne domandin."

Konseya Rêveber a KNK'ê destnîşan kir ku ew van êrîş û kiryarên rejîma Îranê yên li ser Yarsan û timamî gelê Kurd û gelên Îranê protesto dikin û bang li rejîmê kir ku dawî li van operasyonên xwe bîne, girtiyan serbest berde û daxwazên mafdar ên Yarsanan qebûl bike. 

KNK'ê her wiha bang li Kurd û Kurdistaniyan jî kir ku piştevaniyeke aktîf digel Kurdên Yarsan bikin û bi her rengî rejîma Îranê şermezar bikin.