KNK'ê serdana Hizba Sosyalîsta Kurdistan û Hizba Ayendey Kurdistanê kir

KNK'ê serdana Hizba Sosyalîsta Kurdistan û Hizba Ayendey Kurdistanê kir

Şandeya KNK'ê ku ji Serokê KNK'ê Tahir Kemalî Zade û Xebat Mihemed pêk dihat îro saat 10’an de serdana buroya Hizba Sosyalîst a Kurdistanê û Hizba Ayndey Kurdistanê (Partiya Pêşeroja Kurdistanê) kirin. Şandeya KNK'ê di destpêkê de serdana Sekreterê giştî yê Hizba Sosyalîst a Kurdistanê Heme Hecî Mihemed kir.

Serokê KNK'ê Tahir Kemalî Zade di serdana xwe de diyar kir û got: " Hizba Sosyalîst a Kurdistanê Hizbeke paşerojeke xwe a dîrokî heye." Kemalî Zade di dirêjahiya axaftina xwe de wiha got:"Hizba Sosyalîsta Kurdistanê hizbeke şoreşger, her wiha li meydana siyasî ya Kurdistanê gelekî xebatên berbiçav kirine. Ji bo azadiya kurd têkoşayaye, lewma em vê weke derfetek baş dizanin ku nêrîn, şîrove û tehlîlê wan di derbarê vê pêvajoyê, rewşa rojavayê Kurdistanê de werbigrin. Sekreterê hizba Sosyalîst a Kurdistanê Heme Hecî Mihede jî di heman nêrînê de ye ku pêwîste deriyê sînor were vekirin, hizbên kurdî li Rojavayê Kurdistanê hemû bibin yek ji ber şoreşa ku niha li Rojavayê Kurdistanê tê çêkirin ne tenê ji bo Rojavaye di heman demê de şoreşekî netewî a hemû gelê kurd de".

Sekreterê giştî yê Hizba Sosyalîst a Kurdistanê Heme Hecî Mihemed di serîde kêfxweşiya xwe Ya ji bo Şandeya KNK'ê Tahir Kemalî Zade û Xebat Mihemed anî ziman. Heme Hecî Mihemed diyarkiri dem û wexta vê hevdîtinê gelekî di cih de ye û wiha pê de çû: “Damezrandina kongreya netewî, pirsgirêka gelê kurd li bakurê Kurdistanê û her wiha rewşa Rojavayê Kurdistanê em ji nêz ve dişopînin û me li ser goftogo kir. Koçberkirina gelê kurd ji rojavayê kurdistanê, her wiha rojava çolkirin em rast nabînin û pêwîste deriyê sînor ne ji bo ku rojavayê Kurdistanê koçber bibe vekin, pêwîste deriyê sînor ji bo alîkariya xurek, derman, veguhestina birîndaran û desteka manewî were vekirin û ev pêdiviyek mirovahiye".

Heme Hecî Mihemed di dawiya axaftina xwe de wiha got:" Hevkariya bi rojava re ji her demekê zêdetir pêwîste, lewma hikumeta herêmê pêwîste alikarî bike ji bo ku gelê Rojavayê Kurdistanê li cih û warê xwe bimînin ne ku alîkarî bike ji bo Rojavayê Kurdistanê koçber bikin". Kongreya netewî xalekî gelekî girînge û xweneke dûr û dirêj a gelê me ye. Lewma pêwîste kongre pir bi hestiyarî were li darxistin û ne ku ji bo berjewendiyên hizbî, pêwîste ji bo yekitiya hemû gelê kurd û bi şêweyek demokratîk were li darxistin û bi encamkirin".

Dawî jî Serokê KNK'ê Tahir Kemalî Zade û Endamê KNK'ê Xebat Mihemed,çûn serdana Hizba Aynde ya Kurdistanê û hevdîtin bi Sekreterêgiştî Qadir Ezîz re çêkirin.

Serokê KNK'ê Tahir Kemalî Zade di hevdîtinê got:" Gelê kurd di pêvajoyek hestyar û nazikre derbas dibe. Lewma pêwste ku em weke KNK'ê kongreya netewî ya Kurdistanê ji her demekê zêdetir hevkarî û têkoşînê bidin".

Endamê KNK'ê Xebat Mihemed jî li ser rewşa Rojavayê kurdistanê axivî û got:" Gelê me yê Rojavayê Kurdistanê tekoşîn û xebatek bê hempa dide. Pêwîste demekê zûtir hikumeta herêmê deriyê sînor ji bo alikariya, erzaq û gelek pêdiviyên jiyanê ên din veke. Şoreşa rojavayê Kurdistanê ne tenê ji bo kurdên li Rojavayê Kurdistanê ye, di heman demê de şoreşek netewî û ji bo tevahiya gelê kurd de".

Qadir Ezîz Sekreterê hizba Ayende jî kêfxweşiya xwe a ji bo şandeya KNK'ê anî ziman û got:" Em bi ti şêweyekê tevlê nabin ku deriyê sînor li gelê Rojavayê Kurdistanê were girtin. Em niha qala kongreya netewî dikin, lewma pêwîste her takekî kurd li ku dibe bila bibe, xwe di vê pêvajoyê de berpirsyar bibîne û helwestên xwe ên dêmokratîk û kurdînî derxîne holê. D i heman demê de em şoreşa Rojavayê Kurdistanê, damezrandina kongreya netewî û pêvajoya aştiyê ya li bakurê Kurdistanê bi wate û wek pêngavên bervî yekitiya netewî dibînin".