KNK: Êrîşa li dijî Kobanê stratejîk e

KNK: Êrîşa li dijî Kobanê stratejîk e

KNK'ê da xuyakirin ku êrîşên li dijî Kobanê, ji bo tinekirina hemû destketiyên gelê Kurd êrîşeke stratejîk e û ji bo pûçkirina van êrîşan banga têkoşîna hevpar li gel û hêzên Kurd kir.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyekê bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê û destnîşan kir ku êrîş stratejîk e û ji bo têkbirina destketiyên tevahiya gelê Kurd e.

KNK'ê diyar kir ku dijminatiya kronîk ya li dijî gelê Kurd, bi faşîzma çeteyên DAIŞ'ê re gihaye asta herî dijwar û got, "Ev faşîzma reş, îro di kesayeta Kobanê de, Kurdistan û tevahiya Rojhilata Navîn tehdîd dike. Di êrîşên çeteyên DAIŞê de, desteka hinek ji dewletên herêmê jî zelal bûye. Divê raya giştî ya cîhanê û hêzên global, mîna Şengalê dereng nemînin."

Di daxuyaniya KNK'ê de berxwedana gelê Kurd û şervanên YPG û YPJ'ê hat silavkirin û ev xal hat destnîşankirin: "Koban dilê Kurdistanê ye û qedera gelên li Kurdistanê teva ye. Duh Şengal bû, îro Kobanê ye. Sibê wê kîjan bajarê Kurdistanê be nayê zanîn. Ev  tehdîd li hemberî çar parçeyên Kurdistanê ye. Pêwîste tevahiya hêzên Kurd, siyasî û civakî, têkoşîna li dijî çeteyan bidin destpêkirin."

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê dewleta Tirk mijara herêma tampon xistiye rojevê û hat destnîşankirin ku ev yek tê wateya ji nû ve dagirkirina Kurdistanê.

KNK'ê diyar kir ku nîjadperestiya dewletên Tirk û Ereb dixwaze careke din gelê Kurd li derî dîrokê bihêlin û anî ziman ku divê Kurd, bi artêşeke hevbeş, li tevahiya Kurdistanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer bikin. 

KNK'ê bang li hêzên siyasî û civakî yên Kurd kir ku ji bo azadî û parastina destketiyên gelê Kurd, hêza hevpar ava bikin û di kesayeta Kobanê de, li çar aliyên Kurdistanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê û hevkarên wan şer bikin.

KNK'ê her wiha bang li hêzên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa, Emerîka û wijdana raya giştî ya cîhanê kir ku li hemberî çeteyên DAIŞê û dewletên ku destekê didine van çeteyên dengê xwe bilind bikin.