KNK: Gelê Kurd mixabin cejneke din bi xemgînî pêşwazî dike

KNK: Gelê Kurd mixabin cejneke din bi xemgînî pêşwazî dike

Konseya Rêveber a Kongra Netewî ya Kurdistanê KNK'ê bi wesîleya cejna Remezanê peyamek da û destnîşan kir ku gelê Kurd mixabin careke din di bin siya kuştin û komkujiyan de cejneke nû pêşwazî dike.

Konseya Rêveber a KNK'ê di peyama xwe ya bi wesîleya cejna Remezanê de got, "Em bi hêvî û baweriya ku gelê me, dê di demeke nêz de bi aramî û aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe pîroz bike."

Di dewama peyama Konseya Rêveber a KNK'ê de weha hat gotin:
"Sibê cejne, cejna Remezanê ye. Mixabin em dîsa cejnekê, di rewşeke alozde pîroz dikin. Li Rojavayê Kurdistanê êrîşên qirkirinê li ser gelê me didomin.

Mixabin di pîrozkirina Cejna Remezanê de, sosret ewe ku yên êrîşî gelê me dikin jî, ne bi tenê xwe misilman didin xuya kirin, xwe serokên-rêberên misilmanan didin nîşandan. Her weha fitwayên xirab û bê binî di mizgeftan de li hember gelê me têne dayîn. Roja cejnê jî, wê dîsa derkevin ber kamerayên televizyonan û bi derewan bêjin “misilmanên qenc û xêrxwaz em in” û bixwazin zalimtiya li ser gelê me didin meşandin bidin vaşartin. 

Bêgûman li her çar perçeyan û her derê gelê me, êdî ne gelê berê ye, bûye xwedî hişmendiyeke mezin û di nava tekoşineke netewayiya demokratika hemdemî de ye. Êdî ne xwazokê ber deriyê zalima ye û nema bindestiyê qebûl dike. Êdî bi tenê hêviya xwe bi xwe û rêberê xwe û tekoşerên xwe dike.

Em bi hêvî û baweriya ku gelê me, dê di demeke nêz de bi aramî û aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe pîroz bike. Bi vê munasenetê em cejna Remezanê, sêrîde li girtî û şervanên azadîyê, li gelê Kurdistanê û li alema Islamê pîroz dikin."