KNK ji bo sersaxiya Şervan Muslim çû serdana PYD'ê

KNK ji bo sersaxiya Şervan Muslim çû serdana PYD'ê

Hevseroka Kongra Netewiya Kurdistanê KNK'ê Nulîfer Koç û berpirsiyarên KNK'ê yên Başur Xebat Muhammad û Ferhad Doskî, ji bo sersaxiya kurê Hevserokê PYD Salih Muslim, Şervan Muslim çûn serdana bûroya PYD'ê ya bajare Silêmaniyê.

Danê nîvro Hevseroka Kongra Netewiya Kurdistanê KNK'ê Nulîfer Koç, li gel berpirsiyarên KNK ên Başûrê Kurdistanê Xebat Muhammad û Ferhad Doskî, ji bo sersaxîya kurê Hevserokê PYD Salih Muslim, Şervan Muslim çûn buroya PYD'ê ya bajarê Silêmanîyê. Şande ji aliyê berpirsiyarê PYD'ê ya Herêma Federala Kurdistanê Zelal Dêrîk ve hat pêşwazîkirin. Şandeya KNK'ê ji bo malbata Muslim sersaxi xwest û hate gotin: "Di kesayetiya Şehîd Şervan Muslim de em sersaxiyê hemû malbatên şehîdên kurdan, bi taybet malbatên şehîdên Şoreşa Rojava dixwazin."