Koalîsyona Sûriye xwesteka tevlîbûna ENKS erê kir

Koalîsyona Sûriye xwesteka tevlîbûna ENKS erê kir

 Hate zanîn Koalîsyona Niştimanî ya opozisyona Sûriyê ku wek koalîsyona Stembol tê naskirin, di civîna xwe ya Stenbolê de, tevlîbûna Encumena Niştimanî  Kurd li Sûriyê (ENKS) qebûl kir.

Serokê Koalîsyona Niştimanî Elî Asî ku Desteya giştî ya Koalîsyonê, bi piraniya dengan, tevlîbûna Encûmena Kurdî qebûl kir. Asî diyar kir ku li gorî rêkeftnameya navxwe ya Koalîsyonê divê dengdan li ser 11 endamên partiyên kurd ENKS’ê, yek bi yek bê kirin. Ev jî beşdarbûna ENKS’ê ya nav Koalîsyonê ji niha ve xistiye nave metirsiyê. Li gora çavkaniyekî nave ENKS’ê hemû partiyên endamê wan ne amadene beşdarî Koalîsyona Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê bibin.

ENKS’ê aliyê xwe ve, di heftiya borî de li ser tevlîbûna bi piraniya dengan tevlîbûna Koalîsyona Niştimanî erê kiribû.

Tê payîn ku dawiya vê mehê bi awayekî fermî herdu alî peymanê îmze bikin û ENKS fermî bi beşek ji koalîsyona opozîsyona Sûriyê.

Hêjaye gotinê ye ku Artêşa Azad beşek ji Koalîsyona Opozîsyona Sûriyê ye û gelek lîwa û tabûrên artêşa azad yên wek Lîwa Tevhîd, Dewleta Îslamî ya Irak û Bîladî Şam/Eniya El Nusra li dijî Kurdan komkujan dikin. Di demek ku ev hêzan li dijî gelê Kurd komkujiyan dikin, biryara beşdar bûna ENKS’ê ya Koalîsyona Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê raya giştî ya Kurd matmayî hişt.