Kobanê berxwedêrên xwe oxir kir

Kobanê berxwedêrên xwe oxir kir

Bi hezaran welatiyên herêma Kobanê cenazeyê 5 têkoşerên ku di pevçûnên di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê li her sê eniyên herêmê DE jiyana xwe ji dest dan, li goristana Şehîd Dîcle oxir kirin.

Bi hezaran ji welatiyên herêma Kobanê duh cenazeyê 3 şervanên YPG’ê Bira Perwer, Orhan Kobanê û Gever Exyol û her du welatî Sebrî Ehmed û Sebah Elî ku di berxwedana li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan, li goristana Şehîd Dijle spartin axê.

Bi armanca oxirkirina cenazeyê têkoşeran, bi hezaran welatiyên herêma Kobanê li pêşiya Navenda Saziya Malbatên Şehîdan hatin cem hev. Girseya gel piştî ku cenaze wergirtin bi karwanekî ji wesayîtan bi tilîliyên dayikan û dirûşmeyan ber bi Goristana Şehîd Dîcle ve meşiyan.

Piştî karwan di nava kolanên bajêr re meşiya û gihîşte Goristanê li vir merasîmek hat li dar xistin. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Piştre Endama Saziya Malbatên Şehîdan Eyşe Efendî û Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk Asya Ebdullah axivîn û hemû têkoşerên azadiyê bi bîr anîn û diyar kirin ku bi saya wan cangoriyan berxwedan li herêmê hînê li dar e.

Axaftvanan bal kişandin ser berxwedana fedayî ya ku şervanên YPG’ê li her sê eniyên Kobanê li hember çeteyên DAIŞ’ê nîşan didin û dan zanîn ku serketin dê bibe para gelê Kurd.

Piştî ku axaftin bi dawî bûn, cenazeyê têkoşeran bi tilîliyên dayikan û dirûşmeyên dilsoziya bi cangoriyan re hatin veşartin.