Kobaniyan du zarokên xwe oxir kirin
Kobaniyan du zarokên xwe oxir kirin
Kobaniyan du zarokên xwe oxir kirin
Bi hezaran welatiyên herêma Kobanê cenazeyên şervanê YPG'ê Kawa Serêkaniyê (Mihemed Casim) û welatiyê bi navê Mihemed Hisî li Goristana Şehîd Dîcle oxir kirin.
Şervanê YPG'ê Kawa Serêkaniyê bi nasnav Mihemed Casim di şer û pevçûnên 7'ê Îlonê li gundê Kopirlik ê li rojhilatê herêma Kobanê jiyana xwe ji dest da. Her wiha çeteyên DAIŞ'ê gundên Cib El-Ferec ê li rojavayê Kobanê topbaran kirin û di encamê de welatiyê Kurd Mihemed Hisî jiyana xwe jidest da.
Ji bo oxirkirina her du têkoşeran bi hezaran welatiyên herêma Kobanê li pêşiya Navenda Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn. Welatî bi karwanekî girseyî bi sedan wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dîcle ketin rê. Welatiyan wesayîtên xwe bi al û wêneyên têkoşeran xemilandin. Di rê de ciwanan dirûşm vedigotin û dayikan jî lîlandin.
Dema ku girseya oxirkirinê gihişt goristanê merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Arif Balî, Wezîrê Karûbarên Olî Mihemed Dahir, li ser navê YPG'ê Ocalan Îso axivîn û li ser navê malbatên her du têkoşeran axaftinek hat kirin.
Di axaftinan de hemû têkoşerên azadiyê di kesayatên her du têkoşeran de hatin bibîranîn û hate gotin ku bi saya xwîna van têkoşeran hemû planên çeteyên DAIŞ'ê têk çûn.
Axaftvanan gotin ku Kobanê bi hêz û israra YPG'ê li hemberî çeteyên êrîşkar serê xwe netewand û li ber xwe da û diyar kirin ku YPG'ê hêza xwe ji gel û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digire.
Her wiha bang li hemû aliyan kirin ku tevlî erka xweparastinê bibin da ku herêmên xwe ji êrîşên hêzên tarî biparêzin.
Piştî axaftinan welatiyan cenazeya şervanê YPG'ê Kawa Serêkaniyê bi dirûşmayên "Şehîd namirin" û tilîliyên dayikan li goristanê spartin axê.
Têkoşerê Kurd Mihemed Hisî beriya ku jiyana xwe jidest bide, xwestibû ku cenazeya wî li gundê Bênderê Mezin bispêrin axê. Li ser vê yekê welatiyan cenaze rakirin û birin li gundê wî oxir kirin.