Kobaniyên dixwazin vegerin tên astengkirin
Kobaniyên dixwazin vegerin tên astengkirin
Kobaniyên dixwazin vegerin tên astengkirin
Kobaniyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ ji Kantona Kobanê ya Rojava hatin Pirsûsê, dixwazin vegerin. Kobaniyên ji bo vegerê li Deriyê Sînor ê Mûrşîtpinar tên ragirtin ji bo vegerin bi saetan e tên rawestandin. Rayedar vegera îxtiyar û zarokan asteng nakin.
Bi hezaran Kobaniyên di encama êrîşên çeteyên DAIŞ de derbasî navçeya Pirsûs a Riha bûn dixwazin di Deriyê Sînor yê Mûrşîtpinarê re vegerin malê. Kobaniyên li rastî astengiyên leşker û polîsan hatin bi saetan e li Deriyê Sînor yê Mûrşîtpinarê tên ragirtin.
Ji saetên sibê de bi hezaran Kobaniyên ku li deriyê sînor tên ragirtin di saet 09.30’ê siharê de ji bo komek derbas bibe destûr hat dayîn. Polîs û leşkerên pê hasiyan ku di hejmara koma Kobaniyên ji bo derbasbûnê destûr ji wan re hatiye dayîn zêdebûn çêbûye, bi hinceta talîmatek ji rayedarên wan hatiye ku weke rewşeke awarte çêbûye tevgeriyan, Kobanî, xebatkarên çapemeniyê û wesayîtên weşana zindî 500 metreyan ji deriyê sînor dîr xistin. Rayedarên polîsan ku diyar kirin wê saet 13.00’an destûra derbasbûna wan bidin jî tevî di ser re saet derbas bûn hê jî tên rawestandin, tenê destûra îxtiyar û zarokan didin.
Rawestîna Kobaniyan a li derî berdewam dike.