Kobaniyên koçî Bakur kirin ji bo berxwedanê xwe li sînor dan

Kobaniyên koçî Bakur kirin ji bo berxwedanê xwe li sînor dan

Bi sedan Kobaniyên ji ber sedemên cuda hatin Bakurê Kurdistanê, piştî êrîşên çeteyên DAIŞ zedê bûn, ji bo parastina Kobanê berê xwe didin Kobanê û xwe li sînor didin.

Bi sedan welatiyên Kobaniyên ji ber sedemên cuda hatin Bakurê Kurdistanê, piştî êrîşên çeteyên DAIŞ zedê bûn, ji bo parastina Kobanê berê xwe didin Kobanê û xwe li sînor didin, rastî astengiyên leşkerên artêşa Tirk hatin.

Di kêliyên amadekirina vê nûçeyê de bi sedan welatiyên Kobanê yên li Bakurê Kurdistanê ji bo banga parastina herêmê berê xwe dan Kobanê. Welatî li ser sînorê Kobanê yê bi Bakur re, li gundê Til Şiîr rastî astengiya leşkerên Tirk hatin.

Hat ragihandin ku alozî didome.