Kobrayan herêma Bestayê bombebaran kirin
Kobrayan herêma Bestayê bombebaran kirin
Kobrayan herêma Bestayê bombebaran kirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku li herêma Besta ya Şirnexê tevgereke xurt a kobrayan heye û îro piştî nîvro herêm hatiye bombekirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji 11'ê Tebaxê û pê ve, 3 rojan li herêma Besta ya Şirnexê, li qada Rîsor a Şehrîbanê, tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker heye."
Li gorî daxuyaniyê, helîkopterên kobra yên artêşa Tirk ji îro danê sibê û pê ve qada "Çiyayê Fileh" bombebaran kirine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku di navbera 8-11'ê Tebaxê de yekîneyeke kontra ya artêşa Tirk, li qadên Dêra Kemala, Girê Bilurvan û derdora gundê Hesena yên navçeya Silopiyê, xebatên keşfê meşandiye.