Koçerên Ereb herêmên kurdan ji xwe re stargeh dibînin

Koçerên Ereb herêmên kurdan ji xwe re stargeh dibînin

Koçerên ereb ên ji bajarê Reqayê û derdora wê ji ber rewşa ewlekariyê pezê xwe anîne herêma Kobanê. Koçerên Ereb jiyana xwe ya rojave bi xwedîkirina pez derbas dikin. Kurdên Kobanê malovaniya koçeran kirin û bi hemû îmkanên xwe alîkariya wan dikin.

Koçerên Ereb ên Reqayê ji ber rewşa şer û êrîşên komên çete dest ji herêma xwe berdan û berê xwe dan herêmên kurdan ku di bin parastina hêzên YPG’ê de ye. Koçerên ereb ji ber malovaniya gelê Kobanê keyfxweşiya xwe nîşan dan û dan zanîn ku ew li Rojava bi rehetî pezê xwe diçêrînin.

Koçerê bi navê Ehmed Nasir Mihemed ku ji gundê El-Ciêdiyê yê Reqayê hatiye Kobanê, da zanîn ku ew ji ber rewşa ewle ya Kobanê hatine vir. Mihemed, destnîşan kir ku ji beriya 3 mehan hatine Kobanê û ji wê demê ve êdî bê tirs pezên xwe xwedî dikin. Mihemed, da zanîn ku gelê kurd malovaniya wan kirine û bi hemû îmkanên xwe alîkariyê bi wan re dikin.

Koçerê bi navê Teystîr Yûsif Casim ê ji gundê El-Mensûr ê Reqayê ku pezê xwe aniye herêma Kobanê da zanîn ku gelê kurd li ser esasê biratî û wekheviyê têkiliyan bi wan re dikin. Casim êrîşên komên çete şermezar kir û da zanîn ku komên çete bi armanca tevlîheviyê di nava kurd û ereban de derbixin êrîş pêk anîne.

Jina koçer Fatma Hesen jî diyar kir ku komên çete dixwazin têkiliya di nava kurd û ereban de xirab bikin û li ser vî esasî êrîşên hovane pêk tînin. Hesen bal kişand ser têkiliya di navbera kurd û ereban de û got ku herdû gel bi salane bi biratî bi hevre jiyan dikin.

Yek ji Şêxê koçerên ereb Ebdula Mihemed diyar kir ku komên çete bi armanca têkbirina têkiliya di navbera kurd û ereban de ev êrîş pêk anîne. Şêx Ebdula da zanîn ku ew bi malovaniya kurdan pir keyfxweş in û bang li welatiyên ereb ên ku piştgiriya komên çete dikin kir ku dest ji piştgiriya wan berdin û li ser esasê birtiyê tevbigerin.