Nûnerê Taybet yê Sûriyeyê yê NY Kofî Annan ragihand ku, ew dê dest ji peywira xwe berde
Sekreterê Giştî yê NY Ban Kî Moon ragihand ku, Kofî Annan gotiye dema ku di meha Tebaxê de peywira wî bidawî bû, dê biryara xwe nû neke.
Kofî Annanê ku ji aliyê NY ve weke Nûnerê Taybet yê Sûrî hatî terfî kirin, ji bo pevçûnên li Sûrî rawestîne û lihevhatinê pêkbîne ‘plane aştiyê’ ya 6 madeyî amade kiribû.
Di çarçoveya plane de dê agirbest were îlankirin û ji bo vê agirbestê kontrol bikin heyetek çavdêr ya NY şandin Sûriyeyê, lê li beramberî vê aliyan ti demê agirbest pêkne anîn û pevçûn tundtir bûn.