Nunerê Taybet ê NY û Komkara Ereban Kofî Annan ku ji bo piştgiriya çareseriya krîza li Sûriyeyê hewl dide, li paytexta Iraq Bexdayê ye. Annan piştî serdana Şam û Tehranê, gihişt Bexdayê.
Annan, duh piştî ku li paytexta Sûriye Şamê hevdîtinek bi Serokdewlet Beşar Esad re hevdîtinek pêk anî, çû Îranê û ji wir jî hat Bexdayê.
Berdevkê hikûmeta Iraqê Elî Debax ragihand ku dê Annan ji bo çareseriya krîza li Sûriyeyê bi Serokwezîrê Iraqê Nûrî el Malikî re jî hevdîtinek pêk bîne.