Hat ragihandin ku, nûnerê taybet yê Yeketiya Ereb û Neteweyên Yekbûyî Kofî Annan sibe dê Sûriyeyê ziyaret bike.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Sûriyeyê Cîhad Makdîsî di civînek ya çapemeniyê ya li Şamê hatî duristkirin de got; Kofî Annan roja Dûşemê dê serdana Sûriyeyê bike.
Plana Kofî Annan ya agirbestê 12’ê Avrêlê ketibû meriyetê. Lê belê heya niha ne rejima Sûrî ne jî muxalîfên ku piştgiriyê ji welatên Rojava digirin ev planek pêkne anîne. Li gorî NY û muxalifan di bombebaran artêşa Sûriya li qesabeya Hulayê herî kêm 32 zarok bi giştî 92 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Wezîrê Derve yê Sûriyeyê, daxuyakirin ku di derbarê mirinên li Hulayê komîsyonek ya lêpirsînê avakirine.