Koletî gihişt asta herî jor

Koletî gihişt asta herî jor

Di cîhanê de gelek mirov bawer dikin ku koletî di sedsala 19’emîn de bi dawî bûye. Lê rastî ne wiha ye. Di gelek demên dîrokê de, hejmara koleyan bi qasî koleyên di serdema me de nebû.

Li gorî daneyên NY’yê 27 milyon kole hene. Li DYA’ya ku koletî herî zêde lê belave, DYA ye. Li vî welatî heta sala 1860 şêniya koleyan 4 milyon kes bûn.

Li gorî pêşbîniyên geşbîn di cîhana me de, 1-1,2 milyon zarok bûne qûrbanên qaçaxçiyên mirovan. Qaçaxçîtiya koleyan di cîhana krîmînalê de yek ji kiryarên herî zêde berfireh û berbelav e. Ji sedî 80’yê qûrbanên qaçaxçiyan jin û keçik in.

Li gorî pêşbîniyên UNODC, li cîhanê nêzî çend milyon kes bûne mexdûrên qaçaxçîtiyê. Di raporê de ji sedî 51’ê vana li welatên Ewropa, Balkan û welatên Yekitiya Sovyeta berê ne, ji sedî 13 li Amerîkaya Latîn, ji sedî 7 li Asyaya Navîn û ji sedî 5 jî li Efrîkayê ne.

Li gorî pisporan, ji bo koletiyê zilamên xurt û bi hêz dihatin girtin, lê di roja îro de ji bo bikarin bi hêsanîtir bi kar bînin û di sektorên fuhûşê de bidin xebitandin, zêdetir jin weke kole tên karanîn.

Rêveberê Navenda HRW (Çavdêriya Mafê Mirovan) ya London Tom Porteous di daxuyaniya belav kir de, got ku bi taybet li welatên pêşketî, di sektora seksê de ji bo jinên nû gelek daxwaz hene. Ev daxwaz jî êdî karê qaçaxçiyên mirovan hêsantir dikin. Li gorî daneyên HRW’ê, her sal 500 hezar jin ji bo weke koleyên seksê bêne karanîn, tên revandin. Rawestgeha dawî ya van jinan jî Almanya, Îngilîstan, Îtalya, Japonya, Kaneda, DYA... Jinên ji welatên rojhilatê Ewropayê tên revandin, bi taybet li navendên weke Prag, Amsterdam û Frankfurtê têne belavkirin.

Koletiya hemdem ewqas berbelav bûye û hejmara koleyan ewqas zêde bûye ku êdî ev yek bandorê li bihayê koleyan jî kiriye.

Beriya 200 salan, bi awayeke giştî, kole bi 40 hezar dolarî dihatin firotin, lê di roja îro de li hin welatên cîhanê mirov dikarin bi 50 dolaran jî koleyan bikire.

Li gorî ILO’yê (Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî), koletî bi taybet li parzemîna Asyayê pir berbelav e. Li Asyayê 9,5 milyon “kole” hene. Ev hejmar li Amerîkaya Latîn 1,3 milyon, li Sehra-Efrîkayê 660 hezar, li Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîkayê jî 260 hezar kole hene. Li gorî pisporên ILO’yê li welatên pîşesaziyê jî 360 hezar “kole” hene û li welatên ber bi geşedanê ve diçin jî 210 hezar “kole” hene.

Li Franseyê di sala 1848 de koletî hatibû rakirin. Koletî, di sala 1926’ê de bi peymaneke navneteweyî hatibû qedexekirin.