Koma Çepgir a PE: Bila Feleknas tavilê serbest bê berdan

Koma Çepgir a PE: Bila Feleknas tavilê serbest bê berdan

Koma Çepgir a Parlementoya Ewropayê (PE) binçavkirina parlementera berê ya PEyê siyasetmedara Kurd Feleknas Ûca şermezar kir û xwest tavilê serbest bê berdan.

Serokê Komê Gabi Zimmer daxuniyek da û got: “Endama berê ya koma ya bi eslê xwe Kurd Feleknas Ûca gava ku me bihîst ji aliyê yekîneyên polîsên têkoşîna li dijî terorê ve hat binçavkirin em matmayî bûn. Em binçavkirina Ûca mehkûm dikin” û xwest tavilê serbest bê berdan.”

Serokê Komê Gabi Zimmer bi bîr xist ku divê hukûmeta Tirk ji bo çarseriya pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk esas bigire. Zimmer da zanîn ku yekane çareseriya pirsgirêka Kurd rêbaza diyalog e. Zimmer da zanîn ku Serokê PEyê Martin Shultz binçavkirina Ûca ji nêzîk ve dişopîne.