Komalên Ciwan banga parastina Rojava li ciwanan kir
Komalên Ciwan banga parastina Rojava li ciwanan kir
Komalên Ciwan banga parastina Rojava li ciwanan kir
Koordînasyona Komalên Ciwan, ji bo parastina destketiyên şoreşa Bakur û pêşîgirtina li komkujiyên gengaz ên li Rojava bang li ciwanên Kurd kir, ku bi awayekî çalak tevlî parastina Kobanê bibin.
Koordînasyona Komalên Ciwan bi daxuyaniyeke nivîskî, der barê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ya li Bakurê Kurdistanê û berxwedana Kobanê de bang li ciwanên Kurd kir.
Koordînasyona Komalên Ciwan da xuyakirin ku dewleta Tirk bi destekdayîna çeteyên êrîşî Kobanê dikin re, êrîşî destketiyên li Bakurê Kurdistanê dike û destnîşan kir ku berxwedan û şoreşa Kobanê parçeyek ji şoreşa Bakurê Kurdistanê ye. Koordînasyonê got, "Pêşketinên şoreşgerî yên li her du parçeyên Kurdistanê mîna goşt û hestî bi hev ve girêdayî ne, yek in."
DIBISTANA KURDÎ MAFÊ HERÎ REWA YE
Rêxistina ciwanan diyar kir ku dibistanên Kurdî yên hatine vekirin destketiyeke girîng a nirxên bi salane li Bakurê Kurdistanê hatine afirandine û got, "Ev yek ji alternatîfbûyînê wêdetir, li dijî sîstemap erwerdeya mêtînger, rewşa herî rewa ya jîndarkirin û parastina hebûna çand û zimanê xwe ye."
Daxuyaniya Koordînasyona Komalên Ciwan wiha dewam kir:
"Di parastina dibistanan de pêwîste ciwanên Kurdistanê rola xwe ya pêşeng bileyzin û li her cihî parastina vê bikin. Şertê yekemîn ê naskirina gelekî, naskirina ziman e. Hînê li hemberî zimanê me yê di ti organeke dewletê de nayê naskirin, bi gotina 'li dijî hiqûqê' bersiv tê dayîn. Divê li hemberî mejiyê ku vê bersivê dide ev yek bê destnîşankirin: Hiqûqa me nas nake, em jî wê nas nakin. Pêwîste ciwanên Kurdistanê parêzvanên herî aktîf ên nirxên şoreşa li Bakurê Kurdistanê bin û bi têgihiştina ku mora li zimanê me hatiye xistin mora li dîrok û pêşeroja me hatiye xistine li dijî mêtîngeriyê parastineke aktîf bê dayîn, zimanê dayikê bê parastin. Lewma divê dibistanên dewleta mêtînger bi beşdariyeke xurt bê boykotkirin, heta êrîşên li hemberî nasname, çand û zimanê me bi dawî bibe li her derê têkoşîneek aktîf bê meşandin û her cih veguhere qada berxwedanê."
PÊWÎSTE CIWANÊN BAKUR TEVLÎ PARASTINA ROJAVA BIBIN
Komalên Ciwan diyar kir ku divê ciwanên Bakurê Kurdistanê bi qasî parastina destkeftiyên şoreşa Bakur, bi awayekî aktîf tevlî parastina şoreşa Rojava jî bibin û got, “Ciwanên Bakurê Kurdistanê, bi qasî astengkirina sewqiyata leşkerî ya dewleta Tirk ji çeteyên DAIŞ re dişîne, pêwîst e bi ruhê şoreşê tevlî pêvajoya berxwedan û şoreşê bibe. Divê neyê jibîrkirin ku seferbertiya ku Rêbertiya me daye destpêkirin heta Kurdistan bigihêje parastineke mayînde wê bidome. Lewma divê ji parastina Kurdistanê her ciwanekî Kurd xwe berpirsiyar bibîne.”
Komalên Ciwan ev bang li ciwanan kir, “Dema dema pêşxistina parastina cewherî, bi temamî parastina ziman, çand, xak, gel û nirxên şoreşê ne. Ji ber vê ciwanên Kurdistan ji her demê zêdetir bi ruhekî fedayî divê ber bi parastina Kurdistanê ve bimeşe. Di vê berxwedana bi rûmet de di eniya pêş de cihê xwe bigire.”