Komalên Ciwan: Ciwan pêşengên serhildanê ne
Komalên Ciwan: Ciwan pêşengên serhildanê ne
Komalên Ciwan: Ciwan pêşengên serhildanê ne
Kurdistaniyên li her derê cîhanê dijîn ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî daketin qadan. Endamên Meclisa Komalên Ciwan jî bang ciwanan kirin ku di serhildanên şermezarkirina komployê de divê ciwan rola xwe ya dîrokî bilîzin û divê hemû ciwan dakevin qadan û pêşengiya serhildanan bikin
Endamên Meclisa Komeleya Ciwan der barê Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatiye nêrînên xwe anîn ziman. Endamên meclisê Botan Şaristan, diyar kir ku ciwanên bi biryar li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kom bûne hêzên desthilatdar ditirsîne. Amara Şaristan, destnîşan kir ku divê ciwanan ji bindestan derxin û li her derê li hemberî komployê pêşengiyê bikin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hevkariya dewletên wekî DYA, Israîl û Yewnanîstanê di 15’ê Sibata 1999’an de ji paytexta Kenyayê li Naîrobiyê dîl hat girtin û radestî Tirkiyeyê kirin. Di 15’emîn salvegera Komploya Navneteweyî de endamên Meclisa Komalên Ciwan li ser rol û peywira ciwanan nêrînên xwe parve kirin.
Endamê Meclisa Komalên Ciwan Botan Şaristan, diyar kir ku ciwan bi biryar li dora Rêberê xwe kom bûne û ev tişt anî ziman: “Ciwan bi awayekî biryardarî li dora Rêber Apo bûne yek. Ev sekna ciwanan çavê hêzên desthilatdar ditirsîne. Ji ber vê yekê dixwazin bi operasyonan, binçavkirin, girtin, çewisandin û qetilkirinê ciwanan çavtirsandî bikin. Lê ev sekna ciwanên kurd a biryardarî û wêrekî nîşanî her kesî dane ku tu hêz nikare wan ji têkoşîn û israra di azadiyê de dûr bixe.”
Şaristan, da zanîn ku dixwazin di şexsê Rêberê Gelê Kurd de gelê kurd û hemû gelên bindest têxin bin destê xwe û wiha berdewam kir: “Em baş dizanin ku bi vê Komploya Navneteweyî xwestin di şexsê Rêber Apo de hemû civakê têxin bin destê xwe. Rêber Apo li hemberî van hêzên komploger sekneke bi biryar nîşan da û komplo ji gelek aliyan ve pûç hat derxistin. Lê hêzên desthiladar dest ji vê armanca xwe bernedan. Divê ciwan di salvegera 15’emîn de nehêle ku hêzên desthiladar bigihêjin armanca xwe. Ciwan di salvegera komployê de bi seknek bihêz nîşan bide. Di van rojên dîrokî de her guleya were avêtin û kevirê ku bavêjin hêzên desthîladar di nirxekî dîrokî de ye. Ciwanên kurd ji bo azadiyê divê rista xwe pêşengiyê bi cih bîne. Encax bi vê seknê komplo pûç were derxistin.”
ARMANC TÊKBIRINE
Endamê Komelaya Meclisa Ciwanan Amara Şaristan, diyar kir ku ciwan pêşerojin û bi vê komployê herî zêde jî pêşeroja ciwanan tê tarîkirin û da zanîn ku ev komplo jî berdewama polîtîkayên qirêj e. Şaristan di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Divê ciwan pêşeroja xwe di bin serdestiya serdestan derbixin û ji bo azadbûna pêşeroja xwe li hemberî komployê li her qadî têkoşîna xwe bilintir bikin.”
Şaristan, bi bîr xist ku hikûmeta AKP’ê careke din dest bi hewldanên qirêj kiriye û wiha pêde çû. “Li hemberî polîtîkayên qirêj û komployên dijmin, rêxistina Komeleya Jinên Ciwan, bi perspektîfa serdema nû dest bi pêvajoyê bikin. Em ê wekî jin li hemberî AKP’ê û pergala wê ya şerê taybet ku dixwaze hêviyên azadiyê yê gelekî tune bike û li ser bedena jinê ku bêperwa her tiştî dike têbikoşin. Em ê azadbûna xwe di azadbûna Serokatî de bibînin û têbikoşin. Sekna Rêber Apo komployê vala derxist, lê hêzên komploger ji armancên xwe dest bernadin. Di serdana AKP’ê de şer zêde bûye. Bi deh hezaran kes kirin girtîgeha, bi hezaran jin bi riya dewletê rastî tecawizê hatin, bûn ajan û hatin qetilkirin. Herî dawî komkujiya Parîsê nîşan da ku heta jin azad nebe di nav vê pergala qirêj de nikare bijî.”
NAGIHÎJIN ARMANCA XWE
Endamê Meclisa Komeleya Ciwana Ugur Bagok jî destnîşan kir ku di 15 saliya Komploya Navneteweyî de hêzên desthilatdar di Rojhilata Navîn de li ser gelan di nava komployên nû de ne. Bagok anî ziman ku komploger hê jî li ser kar in û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêngava yekem di 9’ê cotmeha 1998’an de bi komployê li hemberî Rêber Apo hat destpêkirin. Di pêvajoya nû de ku herêm ji nû ve şekil digre, dixwazin li ser kurdan komployan pêk bînin. Lê êdî gelê kurd bi hişmendî tevdigere û ji dîrokê jî ders girtiye. Hêzên komploger nikarin di vê merhelê de bigihîjin armancên xwe. Dê gelê kurd ji bo azadiya Rêber Apo bi çalakiyan xwedî derbikeve. Gelê kurd êdî nahêlin hêzên komploger bigihîjin armancên xwe. Em ketine pêvajoyek nû lê hê jî komplo bi awayên cuda li ser gelê kurd tê meşandin. Li hemberî êrîşên dijmin gelê kurd li serê çiya, girtîgehan û li her derê jiyanê di nava berxwedanekê de ne û dê tu car ji bo azadiya xwe jî paşve gav navêjin. Di herêmê de ji bo geşedan û guhertinên nû herî zêde bar dikeve ser milê gelê kurd. Ji ber wê jî komploya înkar û îmhayê li ser gelê kurd didin meşandin. Ji bo ku gelên herêmê bi demokrasiyê bijîn, tecrûbeyên gelê kurd a 30 salî dê bandora xwe li ser guhertina herêmê û pêvajoyê bike. Ev bi berxwedanê pêk hatiye.”