Komek çete êrîşî dewriyeya YPG’ê kir
Komek çete êrîşî dewriyeya YPG’ê kir
Komek çete êrîşî dewriyeya YPG’ê kir
Li Gundê Helqê ya girêdayî navçeya Racoya Efrînê komeke çekdar êrîşî dewriyeya YPG'ê ya li ser sînor kir.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, îro komek çekdar ku nayên zanîn kîne, êrîşî dewriyeya YPG’ê ya li ser sînorê Rojava û Bakûrê Kurdistanê kir. Li ser êrîşê dewriyeya YPG’ê jî bersiv da û pevçûn derket. Di encama pevçûnê de yek ji endamên koma çekdar hate kuştin û 3 jî hatin girtin. Her wiha hemû çekên êrîşkaran hatin destserkirin.
Di derbarê êrîşê de YPG'ê hîn tu agahî nedane.