Komeleya Êzîdiyan: Em rê nadin tu kesî ku bi hestên Êzîdiyan bilîze
Komeleya Êzîdiyan: Em rê nadin tu kesî ku bi hestên Êzîdiyan bilîze
Komeleya Êzîdiyan: Em rê nadin tu kesî ku bi hestên Êzîdiyan bilîze
Komeleya Êzîdiyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê helwesta hin kesên ku xwe wekî nûnerên Êzîdiyan nîşan didin û hewl didin ku bi hestên Êzîdiyan bilîzin şermezar kir. Komeleyê da zanîn ku ew piştgiriya rêvebiriya xwerseriya demokratîk dikin.
Komeleya Êzîdiyan a Rojvayê Kurdistanê û Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn ku hin kesên ku xwe wek nûnerên Êzîdiyan nîşandidin, bi armanca ku Êzîdiyan ji nava şoreşê bi dûr xînin daxuyaniyên çewt dane. Komeleyê helwestan van kesan şermezar kirin û da zanîn ku ewê rê nedin tu kesî ku bi hestên Êzîdiyan bilîze.
Di daxuyaniya Komeleya Êzîdiyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ev tişt hatin gotin:" Her ku Gelê Kurd destkeftiyekê bi dest dixîne hin aliyên xêrnexwar hewil didin ku van pêşketinan asteng bikin." Di daxuyaniyê hate diyar kirin ku dema komên çete êrîşî gundê Qestel Cindo kirin û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li dijî wan berxwedanek bi rumet pêk anîn, hin kesan hewil dan ku vê berxwedanê reş bikin û dixwestin ku şervanên YPG`ê ji gund derkevin.
Di dewama daxuyaniyê hate gotin:" Piştî ku herdû meclisên Kurdî biryar dan ku pêwîste Kurd bi yek şandeyê beşdarî civîna Cenevre-2 bibin. Dîsa hin kes dixwazin bi hestên Êzîdiyan bilîzin û dibêjin pêwîste ku nûnerekî Êzîdiyan jî di nva şandeyê de hebe."
Komeleya Êzîdiyan di daxuyaniya xwe de ev helwest wek hewildana parçekirina Kurdan nîşan dan û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî :" Emê bi hemû hêza xwe jibo serkeftina projeya rêvebiriya xweseriya demokratîk têbikoşin û em rê nadin van kesên ku heta niha bi ti awayî xizmeta gelê xwe nekirine ku bi hestên Êzîdiyan bilîze."