Komeleya Felsefevanan li Amedê palên da

Komeleya Felsefevanan li Amedê palên da

Komela Felsefevanên Amedê li Parqa Sumerê ya Qada Şirîk a Jiyanê li sînemeya Cepê li ser çalekiyên Gaziyê û Pakêta ji aliyê Erdogan ve hatî diyar kirin panêl da.

Di panêlê de Nûçegihanê  rojnameya  Evrenselê yê wêneyan Ozcan Yaman,  Endamê Lijneya Rêberiya Kongraya Demokratîka Gelan  Mehmet Aslanoglû û Hevserokê Komeleya Felsefevanên Amedê Firat Îlîm amedebûn.

Nûçegihanê  rojnameya  Evrenselê yê wêneyan Ozcan Yaman, wêneyê di dema bûyerên Geziyê yên Stanbûlê de vegot û  Endamê Lijneya Rêberiya Kongraya Demokratîka Gelan  Mehmet Aslanoglû jî li ser rolê  HDK’ê yê di vê demê de axivî.

Fîrat Îlîm jî li ser rewşa bûyerên berxwedana Geziyê û di dema bûyeran de afîş û nivîsên ji aliyê gel ve li ser dîwaran hatî nivîsandin û bal kişan li ser wêne û hûnara kolektif li himberî desthiladariya AKP’ê .

Dema ku axiftinên axiftvanan bi dawî bû panêlê bi pirs û bersivan dewam kir. Beşdaran herî zêde pirsên li ser rewşa bûyerên Geziyê û beşdarbûn a Kurdan di çalakiyên Geziyê kirin. Bi giştî çavdêran bûyerên wiha bi nirx dîtin û pêvajoya ku Tirkiye têre derbas di be hat destnîşan kirin wê bi têkoşîna gel berbas bibe û demokrasîbûyîn wê bi têkoşînê bê pêşxistin.

Xalek din ji mijara panelê demokrasîbûna Tirkiyê bû û pakêta ji aliyê APK’ê ve hatî diyar kirin bû.