Komeleya Nivîskarên Kurd astengkirina nivîskaran şermezar kir

Komeleya Nivîskarên Kurd astengkirina nivîskaran şermezar kir

Komeleya Nivîskarên Kurd, têkildarî koma nivîskarên ku li ser sinorê Rojava û Dirbêsiyê hatin astengkirin, diyar kir ku, astengkirina rayedarên dewletê li dijî hiqûq û sincê mirovahiyê ye û helwesta dewletê şermezar kir. Komeleyê got, wan xwest piştgiriya xwe ya bi Gelê Rojava bînin ziman, lê ji aliyê rayedarên fermî ve hatin astengkirin.

Komek nivîskarên endamên Komeleya Nivîskarên Kurd, di 27'ê Îlonê de ji bo piştgiriya xwe ya Gelê Rojava bînin ziman, xwestin di Deriyê Sinor ê Dirbêsiyê yê Navçeya Qoserê re derbasî Rojava bibin. Lê rayedarên dewletê destûr nedan ku koma nivîskaran derbasî Rojava bibin. Komeleyê helwesta reyedarên dewletê ya koma nivîskaran asteng kiriye şermezar kir.

Komeleyê di daxuyaniyê de da zanîn ku, ew bi helwesta "Em nizanin û me nebihîst" tev digerin û li gel hemû hewldanên wan ên fermî dîsa destûr nehatiye dayîn ku nivîskar derbasî Rojava bibin. Komeleyê destnîşan kir ku, endamên wan ji bo derbasî Rojava bibin 24 demjimêran li ser sînor rawestiyane, lê dîsa rayedarên dewletê mafê wan ê zagonî û mirovane asteng kiriye. Komeleyê destnîşan kir ku, ev astengkirin li dijî hiqûq û sincê mirovahiyê ye û wiha cih da daxuyaniyê: "Bila her kes bizane ku piştevaniya nivîskarên Kurd a li pişt gelê Rojava dê berdewam bike. Em nivîskar û gelê Rojava û têkoşîna wan a azadî, rûmet û aştiyê silav dikîn."