Komên çekdar 3 welatiyên Serêkaniyê dîl girtine bernadin
Komên çekdar 3 welatiyên Serêkaniyê dîl girtine bernadin
Komên çekdar 3 welatiyên Serêkaniyê dîl girtine bernadin
Li rexmî peymana di navbera YPG'ê û Komên Çekdar de hate îmzekirin, hîna 3 welatiyên ji Serêkaniyê di destê Artêşa Azad dîl girtîne.
Dema ku komên çete êrîşî Serêkaniyê kirin, gelek mal wêran û talan kirin, komên çete di êrîşa ser Serêkaniyê de 3 welatiyên sivîl ji malên wan derxistin û dîl girtin. Piştî şerê 15 rojan dewam kir, di navbera YPG’ê û Artêşa Azad de li ser esasê ku hêzên çekdar ji bajêr derkevin peymanek hate îmzakirin, lê piştî peymanê welatiyên sivîl ên ku ji aliyê komên çete ve dîl hatibûn girtin, hîna jî nehatine berdan.
Welatiyê Kurd Mihemed Remedan Sofî û kurê wî Hesen û welatiyek ku nasnameya wî ne diyare, di dema şer de ji aliyê komên çekdar bi darê zorê ji malê hatibû revandin. Komên çekdar ji malbatê berdêla serbest berdana wan pere xwestibûn.