Komên çekdar bûn sedema mirina zarokêkê

Komên çekdar bûn sedema mirina zarokêkê

Li Bajarokê Tiltemir zarokek nexweş ji ber ku komên çekdar rê nedan ku malbat wê bibe nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest da.

Li bajarokê Tiltemir komên çekdar ên li ser riyan pêşiya welatiyên digirin û wan dişelînin, vê carê bûn sedema mirina zarokekê. Malbata Şêx Xelef ya ji Gundê Mizgê xwest ku îro zaroka xwe ya ku nexweşiya bêhinçikbûnê pê re heye, rakin nexweşxaneyê, lê komên çekdar rêya wan girt û nehiştin derbaz bibin. Li rexmî hemû hewldanên malbatê jî komên çekdar rê nedan ku keça xwe bibin nexweşxaneyê. Ji ber ku demek dirêj destûra malbatê nehat dayîn û malbat neçar ma ku vegere gund. Piştî demekê zaroka ku rewşa wê giran bû jiyan ji dest da.

Li ser riyên gundên li dora Bajarokê Tiltemir hin komên çekdar ev çend rojin riyan digirin û welatiyên sivîl dişelînin.