Komên çekdar gefên kuştinê li welatiyên sivîl dikin
Komên çekdar gefên kuştinê li welatiyên sivîl dikin
Komên çekdar gefên kuştinê li welatiyên sivîl dikin
Welatiyên Kurd yên li ser riya Kobanê-Serêkaniyê diçin û tên, ji aliyê komên çekdar ve têne girtin û bi hinceta ku endamên YPG'ê ne gefan lê dixwin û tiştên wan ji wan distînin.
Welatiyê Kurd Mihemed Yûsif yek ji welatiyên ku li ser riya Kobanê-Serêkaniyê ji aliyê komên çekdar ve hate girtin û bi hinceta ku ew endamê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ne, gefa kuştinê lêxwarin û hemû tiştên ku bi xwe re radikirin jê standin.
Mihmed Yûsif di derbarê girtina xwe ya ji aliyê komên çekdar ve aşkera kir ku, ''Dema ku em li ser rêbûn em ji aliyê komeke çekdar hatin rawestandin. Ji me re gotin hûn endamên YPG'ê ne. Hûn ji Başûrê Kurdistanê hatine piştgiriyê bidin YPG'ê , her wiha gef li me xwarin û gotin em dê we bikujin, cilên me ji me kirin û hemû tiştên ku bi me re bûn ji me standin''.
Her wiha welatiyên ji Kobanê diyar kirin ku, ev demeke ku komên çekdar welatiyan li ser rê radiwestînin û tişrên wan ji wan distînin.