Komên çekdar li Antalyayê Konseya Leşkerî ava kir

Komên çekdar li Antalyayê Konseya Leşkerî ava kir

Komên çekdar ên li dijî rejîma Sûriyeyê ya Beşar Esad şer dikin, vê carê Konseya Bilind a Leşkerî saz kir. Hate diyarkin ku di nava van koman de El Nusra ya destekê ji Tirkiyeyê digire û li ser xeta El Qaîdeyê dimeşe di konseyê de cih negirtiye. Di civîna ku li bajarê Tirkiye Antalyayê pêkhat de nunerên 12 dewleta beşdar bûn.

Sekreterê Giştî yê Koalîsyona Neteweyîya Sûriyeyê Mustefa Sabagh derbarê civînê de daxuyaniyek da AFP’ê û diyar kir ku ew ê beriya civîna “Dostên Sûriyeyê” ku dê li bajarê Marakeşa Fasê bê lidarxistin, avabûna vê konseya leşkerî rabigihînin.

Sabbagh ragihand ku di nava konseya leşkerî de Artêşa Sûriyeya Azad û komên din ên leşkerî cih digirin. Her wiha aşkere kir ku ev yek jib o yekkirina çalakiyênn leşkerî girîng e.

Sabbagh da zanîn ku komên çekdar ên Îslamî yên weke Eniya El Nursa yên ku Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê ya li Qeterê hate ragihandin red kirin di vê konseyê de cih nagirin.