Komên çekdar li Helebê êrîşî 3 gundê Kurdan kirin

Komên çekdar li Helebê êrîşî 3 gundê Kurdan kirin

Komên çekdar ên dewleta Îslamî Iraq û Şam/Eniya El-Nusra duh êvarê êrîşî 3 gundên Kurdan ên derdora Helebê kirin, di encama bersivdayîna gundiyan de pevçûn rû dan.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku komên çekdar ên dewleta Îslamî Iraq û Şam/Eniya El-Nusra duh êvarê gundê Kefer Sixîr ê 5 km Rojhilatê Helebê ye û nêzî 3000 welatiyên Kurd lê dijîn dorpêç kirine û di demjimêr 04.00'ê sibehê de êrîşî gund kirine. Çavkaniyan diyar kirin ku şêniyên gund bersiva êrîşê dane û di navbera herdu aliyan de heta demjimêrên nîvro dem dem pevçûn dewam dike, lê di derbarê kuştî û birîndaran de tu agahî ne hatine bidestxistin.

Her wiha komên çekdar ên dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El-Nusra bi alîkariya Tabûra Cambo ya girêdayî Lîwai El-Tewhîd êrîşî gundê Til Medîq û Sed El Şehba yên Başûr û Rojhilatê bajarê Ezazê kirine. Li her du gundan nêzî 5000 welatiyên Kurd dijîn, komên çekdar li herdu gundan êrîşî navendên Lîwai Eniya El Ekrad kirine, lê di derbarê kuştî û birîndaran de tu agahî ne hatine bidestxistin.

Di 29'ê Tîrmeh û 1'ê Tebaxê de, li bajarokên Til Hasil û Til Eran ên Helebê, komên ser bi El Qaîdeyê êrîşî Kurdên sivîl ên bêguneh kiribûn û di encamê de herî kêm 70 sivîl bi hovane hatibûn kuştin. Ji ber van êrîşan, bi sedan sivîl dîl hatibûn girtin û bi hezaran mirov jî xwe li çolê dabûn û çûbûn Efrînê. Çeteyên komkujî kirin, ji bo komkujiyên nû bikin û dest bavêjin, ji bo jinên Kurd fetwayên "helal" dabûn û ji mizgeftan anons kiribûn.