Komên çete 2 zarok biguleyên hawanê birîndar kirin

Komên çete 2 zarok biguleyên hawanê birîndar kirin

Hate ragihandin ku komên Dewleta Îslamî/Cephet El-Nusra di demjimêrên êvarê de topên hawanê avêtine Serêkaniyê û di encamê de 2 zarok birîndar bûne.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, komên çete li derdora demjimêr 20.30’an de ji aliyê Til Xelef topên hawanê avêtin bajêr. Hate ragihandin ku, topek li taxa Herb ketiye û di encamê de 2 zarokên ku navên wan nehatin hînbûn birîndar bûne. Herdu zarok rakirin nexweşxaneya Serêkaniyê.