Komên çete 500 sivîl revandin
Komên çete 500 sivîl revandin
Komên çete 500 sivîl revandin
Komên çete yên ku 3 roj beriya niha gundên kurdan ên li dora Helebê dorpêç kiribûn û êrîş pêk anîbûn, zêdetirî 500 welatiyên sivîl revandin.
Komên çete yên El-Nusra û hinek komên girêdayî Artêşa Azad, her wiha komên bi navê Canbo ya girêdayî koma bi navê Lîwa El-Tewhîd, komên Selaheddîn, Azadî, Enîya Îslamî ya Kurd 3 roj beriya niha gundên kurdan ên li rojhilat û rojavayê Helebê dorpêç kiribûn.
Heman koman 2 roj berê jî êrîşî gundê Kefer Sexîr ku 3 hezar kurd lê jiyan dikin û gundê gundên Til Medîq û Sed El-Şehbaa kirin. Hate gotin ku van koman êrîşî bendên Eniya El-Ekrad jî kirine pevçûnên dijwar derketin, her wiha pevçûn li Çiyayê Asî belav bûne. Derbarê encamên pevçûnên ku heta duh êvarê dom kirin de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Çavkaniyên herêmê ragihandin ji ber êrîşên çeteyan ji gundên El Nêrîbiyê, Qel Suruç, Qebasîn, Kefer Sexîr, Sed El-Şehba û Til Medîq ên girêdayî herêmên Bab û Ezazê gelek welatiyan koç kiriye, lê ku komên çete ku gund dorpêç kirine, li ser riyan welatî revandine. Hate ragihandin ku hejmara kesên hatine revandin ji 500’î borî ye. Hate gotin piraniya welatiyên hatine revandin ji gundên Kefer Sexîr û Sed El-Şehbaa ne.
Li aliyê din welatiyan diyar kirin ku li nava Helebê jî komên Liwa El-Tewhîd li ser bendên kontrolê nasnameyan kontrol dikin û li gorî lîsteya di destê wan de kesan dipirsin.