Komên çete bi hev ketin
Komên çete bi hev ketin
Komên çete bi hev ketin
Hate ragihandin ku li Girê Spî (Til Ebyed) di navbera çeteyên dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El-Nusra û tabûra Şêx El-Îslam Ibin Temîma pevçûn derketine. Her wiha çavkaniyên herêmî dan zanîn welatiyên ku nexwestine tevlî şerê li dijî kurdan bibin ji aliyê komên çete ve hatine girtin.
Li gorî agahiyên ji Girê Spî hatine bidestxistin ji ber ku endamên tabûra Şêx El-Îslam Ibin Temîma bi fermana çeteyên dewleta Îslamî ya Iraq û Şam êrîşî gundên kurdan nekirine di navbera wan de pevçûn derketiye. Di encama pevçûnan de gelek çete ji herdû aliyan birîndar bûn. Her wiha dewleta Îslamî hin ji endamên tabûra Şêx El-Îslam Ibin Temîma girtine.
TABÛRAN WENDAHIYÊN MEZIN DAN, LEWMA NAXWAZIN TEVLÎ ŞERÊ LI DIJÎ KURDAN BIBIN
Çavkaniyek din li Girê Spî da zanîn endamên tabûrên ku piştî di pevçûnên li dijî gundên kurdan de windayîn mezin dan êdî bi fermana çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê nakin û tevlî şerê li dijî gundên kurdan nabin. Her wiha hate gotin ku komên çete di navbera xwe de li ser tiştên ku dizîne şer dikin û hevdû dikujin.
Li aliyê din çavkaniyên herêmî diyarkirin, li gundê Şerîan ku 8 km başûrê Girê Spî dikeve çeteyên dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El-Nusra 8 welatiyên ku qebûl nekirin şerê kurda bikin girtin. Hate gotin welatiyan ku qebûl nekirin şerê kurdan bikin û li şûna ku tevlî şerê li dijî kurdan nebin xerac nedane komên çete ew girtine.
Hêjayî gotinê ye ku beriya niha jî di navbera komên çete de li ser malên welatiyan ên ku talan kiribûn pevçûn derketibûn, di pevçûnên di navbera komên çete yên li ser malên welatiyan heta niha gelek kuştî û birîndarên wan çêbûne.