Komên çete di cejnê de jî êrîş dikin

Komên çete di cejnê de jî êrîş dikin

Li derketina bajaroka Çilaxa ya girêdayî Girkê Legê, bombeyeke ku li ser motorsikletekî hatibû bicihkirin, hate teqandin. Di encama teqînê de di wesayîtekê de ziyana maddî pêk hat.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi boneya Cejna Remazanê 3 roj bêçalaktî îlan kir, lê di roja duyemîn a cejnê de jî êrîşên komên çete ranawestin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li derketina bajaroka Çilaxa li rex rê teqînek pêk hat. Di encama teqînê de di wesayîteke ku di rê de re derbas dibû de ziyana maddî çêbûye.

Rayedarên Asayîşa Çilaxa diyar kirin ku, teqîn ji ber bombeyeke ku li ser motorsikletekî hatiye bicihkirin pêk hatiye û ji dûr ve hatiye teqandin.