Komên çete di talankirin û revandinê de berdewam dikin
Komên çete di talankirin û revandinê de berdewam dikin
Komên çete di talankirin û revandinê de berdewam dikin
Komên çete yên dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El-Nusra û tabûra Ehrar El-Şam li Girê Spî (Til Ebyed) hîn di revandina Kurdên sivîl de berdewame û malê welatiyên Kurd talan dikin.
Çavkaniyên bajarê Girê Spî (Til Ebyed) diyar kirin ku komên çete yên dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El-Nusra û hin tabûrên Artêşa Azad ên wekî Ehrar El-Şam, Welîd El-Sixnê û Sewaq El-Rehman Kurdên sivîl direvînin û malên Kurdan talan dikin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin tabûrên Welîd El-Sixnê û Sewaq El-Rehman duh di saetên êvarê de ketine taxa Zorava ku wek taxa Lêl tê zanîn, dest bi dizî û talankirina malan kirine û malên Kurdan li hev parvekirine.
Hêzên çeteyan gelek Kurd li ser nasnameya wan revandine û birine cihên ne diyar. Herwiha komên çete bi armanca tirsandina gel şevê din li nava bajêr gule berdane. Îro jî di saetên sibehê de çeteyên tabûra Ehrar El-Şam ketin gundên Til Findir û Til Exder gef li welatiyan xwarin. Çeteyan ji welatiyan re gotin gundên xwe terk bikin, ger gund terk nekin wê malên wan li ser serê wan xirab bikin û bişewitînin.
Tabûra Welîd El-Sixnê girêdayî Ehrar El-Şame û Sewaq El-Rehman jî girêdayî dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê ye û kesê bi navê Ebdula El-Îdo rêveberiya wê dike