Komên çete du xaniyên gundê Hemara şewitandin
Komên çete du xaniyên gundê Hemara şewitandin
Komên çete du xaniyên gundê Hemara şewitandin
Li Serêkaniyê, Girkê Legê, Çilaxa û Girê Spî, pevçûnên navbera Yekîneyên Parastina Gel û komên çete de îro jî dem di dem dewam dikin. Li başûrê Tirbespiyê jî, ji ber êrîşa hawanan a çeteyên El Nûsra du malên li gundê Hemara şewitîn.
Çavkaniyên heremî dan zanîn ku piştî şerên dijwar ên navbera YPG û Dewleta Iraq û Şam/ El Nusra, ji şevê din ve şerên demî li Serêkaniyê, Girkê Legê, Çilaxa, Girê Spî diqewimin. Lê derbarê pevçûnan de agahiyên zelal nehatin girtin.
Ji aliyekî din ve nûçegihanê ANHA ragihand komên El Nusra bi topên hawanan êrîşî gundê Hemara yê 20 km dikeve başûrê Tirbespiyê kirine û di encamê de du xaniyên li gund şewitîne
Hate zanîn ku li bajarê Reqa’yê piştî şerê du roj berê yê di encama êrîşên Eniya El Nusra li taxên Kurdan û bersivdayîna Cephet El Ekrad de 10 endamên El Nusra hatibûn kuştin û 4 endamê El Ekrad jiyana xwe ji dest dabûn, ev du roj in bêdengî heye.