Komên çete êriş kirin li ser nirxên îslamê
Komên çete êriş kirin li ser nirxên îslamê
Komên çete êriş kirin li ser nirxên îslamê
Komên çete yên ku 5 roj berê ketin gundê Elok ê li rojhilatê Serêkaniyê û êrîş pêk anîn, di heman demê de êrîşê nirxên îslamê jî kirin. Di wêneyên ku piştî derxistina çeteyan a ji gund hatine kişandin de, tê dîtin ku çeteyên li ser navê îslamê tevdigerin, dîwarên mizgefta gund jî qul kirine û kur-an jî avêtiye erdê.
Hovîtiya komên çete ya li hemberî civak û nirxên wê carekedin derket holê. Komên çete yên bi navê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El Nusra ku di 14’ê îlonê de ketin gundê Elok ê di navbera Dirbêsiyê û Serêkaniyê de, hewldan ku êrîşî Serêkaniyê bikin. Lê li ser bersivdayîna hêzên YPG’ê windahiyên mezin dan û ji gund hatin derxistin
Piştî ev kom ji gund hatin derxistin, hate dîtin van komên li ser navê îslamê tevdigerin êrîşî nirxên îslamê jî kirine. Di wêneyên ku nûçegihanê ANHA’yê kişandine ev yek bi awayekî vekirî tê dîtin. Di wêneyan de tê dîtin ku çeteyan dîwarên mizgefta gund qul kirine û kur-an jî avêtiye erdê. Ji wêneyan diyar dibe ku mizgefta ku wekî cihên pîroz tê qebûlkirin û di hemû baweriyan de divê di rewşên şer de jî nekevinê, wekî çeper hatiye bikaranîn. Wêneyên ku cihê gotinê nahêlin carekedin rastiya çeteyan raxist ber çavan.