Komên çete êrîşî gundê Til Îd kirin
Komên çete êrîşî gundê Til Îd kirin
Komên çete êrîşî gundê Til Îd kirin
Hate ragihandin ku komên çete êrîşî gundê Til Îd yê li başûrê bajarê Qamişlo kirine û li ser bersivdayîna YPG’ê şer derketiye.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, komên çekdar îro di saetên serê sibehê de êrîşî gundê Til Îd yê li başûrê Qamişlo kirin û xwestin bikevin gund. Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku li ser vê yekê hêzên YPG’ê bersiv daye û şer derket. Pevçûnên li herêmê didomin.