Komên çete hêzên xwe li dora Serêkaniyê civandine
Komên çete hêzên xwe li dora Serêkaniyê civandine
Komên çete hêzên xwe li dora Serêkaniyê civandine
Şerên li derdora bajarê Serêkaniyê bi hemû dijwariya xwe didome. Piştî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di 16 Tîrmehê de bajar ji komên çekdar rizgar kir, siyaseta van koman û yên piştgiriyê didan wan serûbino bû. Lê heman hêz ji bo ku şikestina leşkerî û siyasî paşve vegerînin bi hemû hêza xwe ev çend roje êrîşî derdorf bajêr dikin. Çavkaniyan diyar dikin ev komên çete bi sedan endamên xwe yên taybet ji Şam, Reqa, Îdlîb, Hema, Helep, Dêra Zorê anîne Serêkaniyê û Til Koçer. Tê gotin ku dewleta Tirkiyê ji alîkariya van koman dike û sînorê xwe bi temamî vekiriye.
Bajarê Serêkaniyê him ji aliyê dîrokî de him jî aliyê rojane ji bo Kurdan cihekî pirr girîng e. Ji aliyekî din ve bajar sembola biratiya gelane. Piştî şoreşa Sûriyê despê kir, bi alîkariya dewleta Tirk komên çekdar bajarê Serêkaniyê dagir kirin û xwestin îrada kurdan li bajêr nebe. Li bajêr di navbera Kurdan û komên çetan dane heta niha 4 caran şer derket û herî dawî gelê Kurd di 16 Tîrmehê bajar ji komên çeteyan rêzgar kir. Rizgar kirina Serêkaniyê siyaseta hêzên heremê û yên li ser Sûriyê siyaset dikin ser û bin kir. Ev koman û alîgirên wan ji bo ew şikestina leşkerî û siyasî paşve vegerînin bi hemû hêza xwe ev çend roje êrîşî derdorî bajêr dikin. Çavkaniyên heremî diyar dikin ev komên çete bi sedan endamên xwe yên taybet ji Şam, Reqa, Îdlîb, Hema, Helep, Dêra zorê anîne Serêkaniyê û Til Koçer.
KOMÊN ÇETEYAN ÇAR CARAN ÊRÎŞÎ GEL KIRIN
Piştî dagirkirina Serêkaniyê gelê Kurd jiber êrîşên komên çeteyan çar cara neçarî şer bû. Ji 19 Mijdara 2012’an hate 16 Tîrmeha 2013’an komên çeteyan 4 cara erîşî gelên Serêkaniyê kirin. Di encama wan êrîşande YPG berxwedaniyek bêhempa da û komên çeteyan ji bajar derxist.
KOMÊN ÇETEYAN LI TIL XELEF BICIH BÛN
Komên çeteyên ji bajar hatin derxistin li bajaroka Til Xelef ya 3 km dive rojavaya bajar ji bo xwe kir barageh. Komên çeteyên girêdayî El Nusra/Dewleta Îslamî Iraq û Bîlad Şam ji Til Xelef û gundê Qeşto êrîşên xwe yên ser bajar dimandin. Di encama berxwedaniya YPG’ê gundê Qeşto ji komên çeteyan hate rizgar kirin.
DEWLETA IRAQ-ŞAM/EL NÛSRA HEMÛ HÊZA XWE KIŞANDIN ROJAVA
Komên çete piştî rizgarkirina Serêkaniyê êrîşên xwe bi hemû dijwariya didomînin. Çavkaniyên heremê didin diyar kirin ku ev komên çete yên Dewleta Îslam Iraq û Bîlad El Şam/ Cephet El Nusra hevkarê wan yê Artêşa Azad bi sedan endamên xwe yên taybet ji Şam, Reqa, Îdlîb, Hema, Helep, Dêra zorê anîne Serêkaniyê.
Li gora çavkaniyên heremê didin diyar kirin bi sedan endamên koman yê li bajarên Sûriyê şer dikirin kişandine Serêkaniyê û Til Koçer. Heman çavkaniyan didin nîşan kirin bes li derdora Serêkaniyê 8 tank û bi dehan wesayîtên cûr be cûr çekên doçka li seren li bajaroka Til Xelef, gundên Mişrefa, Çava û Eloka hatine bicih kirin.
BI SEDAN ÇETE HATIN KUŞTIN
Li gorî çavkaniyên herêmî di şerên ji 15 Tîrmehê hate niha bi sedan çeteyên komên çeteyan hatine kuştin. Di heman şeran de bi dehan wesayît hatine rûxandin, 3 tank hatin derb kirin û cebilxaneyek zêde ji aliyê YPG hate deste ser kirin.
DEWLETA TIRK SÎNORÊ XWE BI TEMAMÎ JI ÇETEYAN RE VEKIR
Rayadarên Tirkiyê piştî Serêkaniyê ji komên çeteyan hate rizgar kirin daxuyaniyên tûnd dabûn û ev wek tiştek nayê qebûl kirin dest nîşan kirin. Li gora agahiyên hatine bi dest xistin dewleta Tirk li beramberî Til Xelef dû deriyê nû vekiriye û ji bo komên çeteyan cebilxane û erzak rê dike. Artêşa Tirk ji bo komên çeteyan bi hesanî derbas bibin têlên ser sînor yên rojhilatê Serêkaniyê rakiriye. Berî 4 rojan jî 20 endamên wan koman dibin çavdêriya leşkerên tirk derbasî Rojavaya Kurdistan bibûn. Li aliyê din jî hate gotin ku derdora 30 wesayîtên komên çete li rastî gundên Feqîra û Erada di axa Bakurê Kurdistanê di nava tevgerê de ne. Alîkariya dewleta Tirk ji bo komên Dewleta Îslam Iraq û Bîlad Şam/ Cephet El Nusra bi armanca sînorên Bakûr Kurdistan ne didestê Kurdan be. Piştî deriyê sînor yê Serêkaniyê ji komên çeteyên El Nusra hate rizgar kirin, dewleta Tirk eşkera da diyar kirin ku ev qebûl nakin ku, alê Kurdî li deriyê sînor bin bilind kirin. Çavkaniyên siyasî didin diyar kirin ku dewleta Tirk qebûl nake ku hebûna kurdan li ser sînorê wê hebe û bi taybet deriyê sînoran.