Komên çete ji hemû aliyan ve kemînan daninine pêşiya sivîlan

Komên çete ji hemû aliyan ve kemînan daninine pêşiya sivîlan

Welatiyên ku dixwazin ji herêma Kobanê biçin Heleb, Reqa û Cizîrê ji hêla komên çete ve têne astengkirin.

Komên çete ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê El-Nusra ku bendên kontrolê li gelek hermên bejahiya derdora Helebê danîne, rêwiyên Kurd ên ku dixwazin biçin Heleb, Reqa û Cizîrê, her wiha ajokarên otobusan asteng dikin, dijûnan li wan dikin, tiştên wan talan dikin û ciwanan jî direvînin.

Welatiyê bi navê Derwêş Mihemed ku di navbera Kobanê û Helebê de karê ajokariyê dike diyar kir ku rêyên di navbera Kobanê û bajarên din ên Sûriyê û Rojavyê Kurdistanê êdî ne bi ewle ne. Mihemed destnîşan kir ku komên çete rêwiyên Kurd asteng dikin, tiştên wan talan dikin û carinan jî ciwanan direvînin.