Komên çete kesek din jî yê serxetê birîndar kirin

Komên çete kesek din jî yê serxetê birîndar kirin

Di encama gulebarana komên çete ên girêdayî El Nusrayê de welatiyê binavê Îslîm Karagolan yê ji Serêkaniya Rihayê birîndarbû. Îro serê sibehê jî welatiyê binavê Idrîs Akgul bi gula komên çete hate qetilkirin.

Şerê di navbera şervanên YPG'ê û çeteyên El Nusra ya li Serêkaniya Rojava berdewam dike. Çeteyên ku bi dizî ketin navçeya Serêkaniyê êrîşî gelên Rojava dikin û bêserûber guleyan dibarînin. Endamên çeteyên El Nusra serê sibê guleyek roketê avêtibûn Serêkaniya Rihayê û di êrîşê de Idris Akgul jiyana xwe ji dest dabû hevjîna wî jî birîndar bibû.

Endamên çeteyan guleyek din avêtin Serêkaniya Rihayê û Îslîm Karaoglan (36) ji pişta xwe ve birînar bû. Karaoglan ku birîndar bû, rakirin nexweşxaneya dewletê ya serêkaniyê. Hat zanîn ku, heta niha di gulebarana çeteyan de li Serêkaniya Serxetê 5 welatiyan jiyana xwe ji dest dane.