Komên çete kurdan li ser rêyan direvînin

Komên çete kurdan li ser rêyan direvînin

Ji ber zêdebûn bendên kontrolê yên komên çete li ser rêya di navbera Efrîn û Helebê de windabûna welatiyên kurd zêde dibin.

Di demên dawî de gelek malbatên kurd diyar dikin ku xizmên wan ên li ser rêya di navbera Efrîn û Helebê re diçin û tên winda dibin. Çavkaniyan destnîşankirin ku gelek kurd ji aliyê komên çete ku bendên xwe yên kontrolê li ser rêya di navbera Heleb û Efrînê zêde kirine têne revandin.

Dayîka welatiyê bi navê Cimo Mihemed, Xatûn Şêx Elî da zanîn ku kurê wê 2 meh berê dem ji bo alîkariya malbata xwe di jêkirina zeytûnan de bike, ji Helebê ber bi Qestel Cindo ya Efrînê bi rê ketibû winda bûye.

Li aliyê din welatiyê bi navê Ebdo Ebdo yê ji gundê Beradêya Navçeya Şêrewa ya Efrînê ku li ser rêya di navber Heleb û Efrînê de ajokarî dikir mehek beriya niha winda bûye. Malbata Ebdo, destnîşan kir ku kurê wan li ser otobîsa ku numareya wê 753168 kar dikir.

Malbata jina bi navê Cîhan Ebdulhemîd Hemo jî diyar kirin ku di 5'ê kanûnê de ku keça wan dema diçû serdana malbata xwe ya li taxa Şêx Faris a Helebê winda bûye û ji wê demê agahî jê birîn.

Ev demeke komên çete yên DAIŞ'ê û tabûrên Artêşa Azad êrîşî gundên kurdan dikin û gelek welatiyên kurd revandine. Li aliyê din jî bendên komên çete yên li herêmê zêde bûne û kurdan li ser nasnameyê dişelînin û wan dibin cihekî nediyar. Ji ber vê yekê di demên dawî de gelek kurdên ji Heleb û Efrîn dema bi rê dikevin winda dibin. Piraniya malbatên kesên winda bûne komên çete bi revandina wan tewambar dikin.