Komên çete li Basûfanê êrîşî benda YPG’ê kirin
Komên çete li Basûfanê êrîşî benda YPG’ê kirin
Komên çete li Basûfanê êrîşî benda YPG’ê kirin
Komên Dewleta Îslamî/Eniya El-Nusra li gundê Basûfa yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê êrîşî benda kontrolê ya YPG’ê kirin. Di encama êrîşê de şervanekî YPG’ê jiyana xwe ji dest da. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê bersiv da û 3 êrîşkar hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê girtine, komên çekdar di saatên nîvro de li gundê Basufanê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê ku dikeve başûrê bajêr û li sînorê Helebê ye,êrîşî benda kontrolê ya YPG’ê kirin. Di encama êrîşê de şervanekî YPG’ê jiyana xwe ji dest da.
Li ser êrîşê hêzên YPG’ê jî bersiv da êrîşkaran û pevçûn derketin. Hate ragihandin di pevçûnan de 3 êrîşkar hatine kuştin, lê tê gotin ku hejmara kuştî û birîndaran zêdetir e.
Hate ragihandin ku komên çete yên ku li kelehe Semaan bicîh bûne, piştî hewa tarî bû topên hawanê avêtin gundê Basûfanê.
Li herêmê pevçûn didomin.