Komên çete li Girê Spî êrîş kirin

Komên çete li Girê Spî êrîş kirin

Komên çete bi deh wesayîtan li nêzî gundê Bîr Kino yê girêdayî Girê Spî êrîşî benda kontrolê ya YPJ'ê kirin. Li ser vê yekê hêzên YPJ'ê  bersiv da û di encamê de çeteyk hate kuştin û tirmpêleke wan jî hate derbkirin.

Komên çete yên DAIŞ'ê îro di saetên piştî nîvro de bi deh wesayîtan êrîşî benda kontrolê ya YPJ'ê  ku li nêzî gundê Bîr Kino kirin. Li ser vê yekê hêzên YPJ'ê bersiv dan û di encamê de çeteyek hate kuştin, tirmpêlek çeteyan jî hate derbkirin. Komên çete piştî bersiv dayîna hêzên YPJ'ê ji herêmê reviyan.