Komên çete li Helebê êrîşî taxên kurdan kirin
Komên çete li Helebê êrîşî taxên kurdan kirin
Komên çete li Helebê êrîşî taxên kurdan kirin
Komên çete yên ku xwe wekî Artêşa Azad nîşan didin li bajarê Helebê êrîşî taxên kurdan û bendên kontrolê yên YPG’ê û Eniya El-Ekrad kirin. Li ser vê yekê YPG’ê û El-Ekrad bersiv dan û şer derket.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, koma ser bi kesê bi navê Xalid Heyanî, komên bi navê Rebîi El-Erebî, Liwa Selahaddîn û hin komên girêdayî Partiya Azadî bi çekên giran êrîşî bendên parastinê yên taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye, Sekin Şebabî û Şiqêf ku piranî kurd lê dijîn kirin.
Hate ragihandin ku di encama bersivdayîna hêzên YPG’ê û Eniya El-Ekrad de şer derket. Hate gotin ku kuştî û birîndarên êrîşkaran çêbûne, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Pevçûn didomin.