Komên çete li Serêkaniyê amadekariya êrîşan dikin
Komên çete li Serêkaniyê amadekariya êrîşan dikin
Komên çete li Serêkaniyê amadekariya êrîşan dikin
Komên Çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra li seranserî eniyên şer yên Serêkaniyê hêzên xwe zêde dikin.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku komên çekdar piştî ku di şerên li gundê Elok yê Serêkanyê de şikestin, li derdora gundê Çava, Hemîd û Derdara yên 8 kîlometir rojhelatî Serêkaniyêne ne û gundê Mişrafa yê 4 kîlometir başûrî Serêkaniyê ye, hêzên xwe komî ser hev dike û amadekariyên êrîşan dikin.
Çavkaniyan diyar kir ku komên çete duh êvarî bi wesayatîn leşkerî xwestin êrîşî gundê Elokê bikin, lê di encama berxwedana yekîneyên YPG'ê û YPJ'ê neçar man ku ber bi gundî Çava ve paşve bikşin. Hate zanîn ku komên çete li gundê Hemîd yê li başûr û rojhilatê Serêkaniyê jî hêzên xwe komî ser hev dikin.
Komên çete li aliyê bakurê kurdistanê jî di nava tevgerê de ne. Hate zanîn ku dewleta tirk di dema şerên li gundê Elokê de, herêmê sînorê Serêkaniyê li pêşiya komên çete vekiriye û rê daye ku 20 çete derbadî Serêkaniyê bibin.